Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê roja zimanê dayikê pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî qirkirina fîzîkî û çandî kir û got, "Pîrozbahiya herî bi wate ew e ku her mal, kolan, bax û baxçe bibin dibistan."

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û got, "Ziman diyardeya herî şênber ya hebûn û xwebûna gelan e. Civak an gelên ku nikaribin ziman û çanda xwe biparêzin, nûjenbikin û pêşbixin dibin amûra bişavtin û dagirkeriya desthilatdaran."

'DÎROKA DAGIRKERÊN LI KURDISTANÊ, DÎROKA QIRKIRINA FÎZÎKÎ, ÇANDÎ Û ZIMANÊ DAYIKÊ YE'

Komîteyê bi bîr xist ku di dîrokê de li ser gelek zimanên gelan êrîş çêbûn, çêdibin û wiha dewam kir: "Dîroka gelê Kurd mînaka pir biêş a vê rastiyê ye. Dîrok zindî ye û dijî. Li EFRÎN’ê îro dîsa dagirkerî dixwaze xwe nûjen bike. Dîroka nijadperestî û dagirkeriya Komara Tirk, Îran, rejîma Beas a Sûriyeyê û ya Iraqê heman demê dîroka qirkirina fizîkî, çandî û zîmanê zikmakî ye."

'TÊKOŞÎNA PKK Û RÊBER APO RÊ LI BER SIYASETA ÎNKAR, QIRKIRINA FÎZÎKÎ Û ÇANDÎ GIRT'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîmên dagirker qirkirina çandî heta niha bi siyaseta înkar û tinekirinê dimeşînin û hat gotin, "Têkoşîna PKK'ê û Rêber APO rê li ber siyaseta înkar û îmhayê, qirkirina fîzîkî û çandî girt. Heta derketina PKK'ê ziman û çanda Kurdî û Kurdistanî hatibû ber tinebûnê. Di serî de bi têkoşîna Rêber APO û bi ked û xwîna deh-hezaran pakrewanan xwebûn, azadî û li cewherê xwe veger pêkan bû. Rê li ber vejîn, nûjenî û pêşketina ziman û çanda Kurd û Kurdistanî vebû. Ger ku îro em cejna zimanê zikmakî pîroz dikin, ev yek bi hêsanî pêk nehat. Ev yek bi keda hezaran şoreşgeran gihîşte ve rojê. Divê di serî de mamoste û xwendekar, nifşên nû jî vê rastiyê bizanin û li gorî vê rastiyê li zimanên zikmakî xwedî derkevin. Ev erk û wezîfeyek dîrokî, exlaqî û wijdanî ye."

Komîteyê destnîşan kir ku pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi têkoşîn û serketina li dijî hemû cûreyên dagirkeriyê ku li ser mejî tê meşandin, li dijî hemû cûreyên bişavtin û qirkirina çandî  ve pêkan e û got, "Pîrozbahiya herî bi wate ew e ku her mal, kolan, bax û baxçe bibin dibistan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Cejna Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li mamosteyê mamosteyan Rêber APO, kedkar û xebatkarên perwerdeyê, li hemû xwendekaran, gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz be!"