Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Egîd Cîlo bi bîr anî

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Egîd Cîlo bi bîr anî yê ku endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî bû û di 13’ê Sibatê de li Rojava di qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê Egîd Cîlo bi bîr anî yê ku endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî bû û di 13’ê Sibatê de li Rojava di qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Di daxuyaniya Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em bi xemgînî hîn bûn ku endam û xebatkarê komîteya me Egîd Cîlo di qezayeke trafîkê de şehîd bûye. Bê guman ev xemgînî ne xemgîniyeke wisa ji rêzê ye. Ev encama wateya kûr a fedakariya bêsînor a şêwazê kar û bandora kûr a hezkirina wî ya mirovan a ji dil û di giyanên me de ye.

Rêheval Egîd Cîlo li gundekî bi ser Kercewsa Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Heval Egîd bi malbata xwe ya ku di temenê biçûk de koçberî metropolên Tirkiyeyê bûyî re pêvajoyên zor û zehmet dijî. Ji milekî ve dixebite, ji milekî ve jî xwendina xwe didomîne. Rêhevalê me Egîd Cîlo di nava zor û zehmetiyan de zanîngehê dixwîne, di vê demê de hîn bêhtir Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nava refên wê dibe. Bi qasî 27 salên ku di nava refên azadiyê de bi fedakariya xwe têkoşîneke serkeftî meşandiye.

Heval Egîd weke navê xwe mînaka herî xweşik a di nava refên azadiyê de nîşanî me da ku bi rêhevaltiya herî bi wate re mirov çawa dikare bi şêwaza xebata hilberîner, afirîner û berpirsiyar xwe temam bike û pêk bîne. Rêheval Egîd di heman wextê de hevalekî gazî bû, lê ti carî astengiyên fîzîkî yên ku çavkaniya xwe ji vê rewşa wî digirin nas nekiriye, şêwazê xebateke herikbar daniye holê.

Rêheval Egîd ê ku di perwerdeya Rêber Apo re jî derbas bûye bi vî awayî behsa Rêbertî û wê pêvajoyê dike, “Dema ku Rêbertî mirovan perwerde dike wan ber bi lêpirsîna kûr a kesayetiyê ve dehf dide û pirsên weke ‘Ez kî me, çi me, çawa me, heya niha min çi bi çi awayî jiyana xwe domandiye, wê demê divê ez çawa bijîm? dide pirskirin. Kî dibe bila bibe Rêbertî hêz dide kesên ku perwerde dike û vê hest û hêza ‘Ez dikarim her tiştê ser bixim’ pê dide qezenckirin. Ango di mirov de jixwebawerkirin, îradebûyîn û hêza ber bi serkeftinê ve çûyînê dide avakirin.”

Rêhevalê me beşeke mezin a jiyana xwe ya şoreşgerî di qada ziman û perwerdehiyê de bi xebatên serkeftî tacîdar kiriye, bi taybetî jî di qada Zimanê Kurdî de bi girêdana xwe ya welatparêzî bi salên dirêj û bênavber xebat meşandiye. Di nivîseke ku nivîsandî de behsa, divê helwesta derbarê perwerde û zimanê Kurdî de çawa be kiriye.

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jî Heval Egîd di nava şoreşê de cihê xwe girt, li vir jî bi taybet di sazîbûna xebatên perwerde û zimanê Kurdî de bi kedên mezin têkariyên xwe pêk anî. Ji bo gihandina hezaran mamoste û deh hezaran xwendekaran bê navber xebat meşandiye. Şêwazê wî yê kar ê herikbar, bi sebir û afirîner; rêhevaltiya wî ya germ, bi jêhatîbûn û şêwazê xwe yê pêşxîner û perwerdekar tim sekneke mînak raber kiriye.

Bi rastiya keda pir mezin a ku heval Egîd di nava 27 salan de meşandî têkariyên girîng ji deryaya nirxan a Tevgera me ya Azadiyê re daye çêkirin. Ji bo me jî li ser navê bedewî û berpirsyariya rêhevaltiyê, mîras û daneheveke dersan hiştiye.

Di vê wateyê de tişta ku dikeve ser milê me ango ser milê rêhevalên wî jî ew e ku; heya bigihêjin serkeftinê, keda Heval Egîd û bi hezaran şehîdên azadiyê bilind bikin, pêş bixin û mezin bikin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbata wî ya welatparêz û hêja re, em ji hemû gelên Kurdistanê, heval û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin.