Koma Orchîd bi wêneyên xwe dîwarên Rojava xweşik dikin

Koma Orchîd bi wêneyên ku li dîwarên Rojava xêz dikin, armanc dikin ku hunera kolanê pêş bixin. Endamên komê ji bo rengdana kolanan lez dane xebatên xwe.

Ji damezrînerên Koma Orchîd, wênesaz Samîr Tahir Kalo (33) diyar kir ku hunera kolanê şêwazeke hunerî ye ku digihe hemû beşên civakê. Kalo destnîşan kir ku hunera kolanê ji bo hunermendên ciwan ên li herêmê xwe îfade bikin platformeke girîng e.

Koma Orchîd (Orkîde) armanc dike ku bi wêneyên li ser dîwarên herêmê xêz dikin, hunera kolanê pêş bixin. Endamên komê ji bo reng bidin kolanan û bikin parçeyek ji jiyana rojane ya civakê, lez dane xebatên xwe. Koma Orchîd ku bi wêneyên xwe piranî balê dikişînin ser xweza, dîrok û çandê, armanc dike ku bi hunerên xwe mîrateya dewlemend ên çandî û xweşiktiyên xwezayî yên herêmê nîşan bide.

DENGÊ CIVAKÊ BI HUNERÊ RE TÎNIN BA HEV

Endamê damezrîner û hindekarê komê Samîr Tahir Kalo, wênesazekî ku di 14 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û bi pêşbirkên wêneyan hunera xwe pêş xistiye. Armanca Samîr ku perwerdehiyên taybet jî dide ew e ku Koma Orchîde di sala 2024’an de zêdetir pêş bikeve. Samîr wiha qala armanca xêzkirina xwe ya wêneyan kir: “Dema ku ez wêneyan xêz dikim, hîs dikim ku ruhê min aram dibe. Wênesazbûna min jiyana min hêsantir kir. Ez pê kêfxweş dibim ku hestên xwe bi rêya wêneyan digihînim civakê û dibim dengê civakê.”

DIXWAZIN NIRXÊN ÇANDÎ BIPARÊZIN

Samî anî ziman ku ew Koma Orchîd ku ji 7 jin û 7 mêran pêk tê, di 24’ê Hezîranê de ava kirine û got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat dikin û lê niha bi tenê li Qamişloyê xebatên wan derketiye pêş. Samîr diyar kir ku ew ê di demên pêş de biçin bajarên din jî û wiha berdewam kir: “Ez di Koma Orchîd de perwerde didim. Armanca me ew e ku em bi profesyonel bixebitin û di sala 2024’an de hejmara xwe zêde bikin. Divê em xwe îspat bikin. Cara ewil bi hejmar û bi wêneyên wiha re komeke birêxistinkirî hat avakirin. Me gelek wêne li ser dîwarên Qamişloyê xêz kirin. Niha sersal nêz dibe. Ji ber vê yekê me bi sembolên ku temsîla sersalê dike, reng da dîwaran. Beriya vê jî me di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bi wêneyên têkîdarî wate û girîngiya rojê reng da dîwaran. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û bawerî di nav hev de dijîn. Em hewl didin nirxên civakê jî biparêzin.”

BI WÊNEYÊN XWE DÎWARAN RONÎ DIKIN

Samîr anî ziman ku ew dixwazin bibin hêviya zarokan û bajarên xwe xweşik bikin û got: “Em li ser dîwarên hilweşiyayî wêneyan xêz dikin û bi wêneyên xwe dîwaran ronî dikin. Em dixwazin ji nifşê nû re bibin hêvî. Gel dema wêneyên me dibînin pê kêfxweş dibin. Bertekên erênî tên. Ji bo zarokan û pêşerojê dibe hêvî. Em hemû materyalên ku pêwîsiya Koma Orchîde pê heye, bi xwe pêşwazî dikin. Materyalên ku em bi kar tînin pir buha ne, zehmet e ku kom bi tenê bikaribe pêşwazî bike, lê heta niha kesî alîkariya madî nedaye.”

BI WÊNEYÊN XWE BAJARÊN XWE DIXEMLÎNIN

Samîr got ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin û destnîşan kir ku ew di wêneyên xwe de ev daxwaz îfade dikin. Samîr Tahîr Kalo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bajarên xwe xweşik dikin. Xweşikkirin erk û berpirsiyariya hemû welatiyan e. Ji bo xweşikkirina bajarên me divê her kes çi ji destê wan tê bike. Em weke wênesaz divê xwe di vê mijarê de îspat bikin. Em ê bi hunera ku îşareta aştî û azadiyê dike, ji bo parastina ekolojiyê hişyarî dide, şoreşê tîne ziman, berxwedana jinê dide pêş û digihe dilê zarokan, dewam bikin.”