KNK: Em ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê gelekî xemgîn in

Komîsyona Çand, Huner û Perwerdehiyê ya KNK’ê diyar kir Cemalê Mihê yek ji dengbêjê xurt ê herêma Botanê û Kurdistanê bû û sersaxî ji gelê Kurd re xwest.

Komîsyona Çand, Huner û Perwerdehiyê ya KNK’ê ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dengbêjê bi navûdeng Cemalê Mihê, di 63 salîya xwe de koça dawî kir. Mamê Cemal malavayî li me kir, lê hezkiriyên strana klasîka Kurdî wî ji bîr nakin û wê tim li dengê wî yê resen guhdar bikin.

Cemalê Mihê di sala 1957’an de, li Gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser bi Şirnexê ve ji dayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye. Dengbêj Cemalê Mihê di 18’ê Çileyê de ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Em li ser navê Komîsyona Çand, Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, serxweşiyê li malbata Cemalê Mihê û hezkiriyên wî dikin. Wî heta niha bi sedan stran û kilamên herêma Botanê strandiye.

Wefata Cemalê Mihê, wê valatiyekê di meydana strana gelerî ya Kurdî da peyda bike. Em hêvîdar in nifşê were wê li ser şopa dengbêj Cemalê Mihê û hevalên wî, bi keser, hesret û eşqa welat, parastina resenayetiya stranên Kurdî bikin.”