KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir

KNK'ê bi gotina, "Em cejna Êzdayiyan pîroz dikin, hêvîxwazin ev cejin, xêr û xweşiyê ji bo gelên li Kurditanê bi xwe re bîne" Cejna Êzî pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di serî de em vê cejnê li bawermend, rojîgir, malbatên cangoriyên fermana 74 an, koçber û derbederên di çadirgehan de û temamî civaka Êzidî û Kurdistanê pîroz dikin.

Ev cejn piştî girtina sê rojiyan tê, bi serê xwe destnîşankirina sê rojan ji kintirîn rojên salê, zanabûn, hişmendî û şarezaya feleknasiyê û stêrnasiya bav û kalên Kurdan nîşan dide. Bi hezarên sala ye rojperestên li Mezopotamyayê vê cejnê pîroz dikin. Em jî vê helkefta pîroz weke yek ji kevintirîn qonaxên destpêkê ên yektaperestiya bav û kalên Kurdan dibînin.

Gelên li Kurdistanê bi pir çand, pir bîr û bawerî, pir irf û edetên xwe ve, buha û dewlemendiyek taybet heye. Ev mozaîk û pir rengî ji me re sermayek mezin e. Ev sermaye sîmayê bi hev re jiyan û hev qebûl kirina bi hezarên salan dide ber çavan û aştî û aramiya di nava civakê de diparêze. Parastina van çand û bîr û baweran di serî da erka ser milê her takekî/a Kurdistanê ye paşî erka her dînekî, her partiyek, her hêzek û her saziyek Kurdistanê ye.

Dubare em cejna Êzdayiyan pîroz dikin, hêvîxwazin ev cejin, xêr û xweşiyê ji bo gelên li Kurditanê bi xwe re bîne."