Klîba ‘Garê Newroz e’ hate weşandin

Strana bi navê ‘Garê Newroz e’ ya ku Baran Dilbihar gotin û awaza çêkiriye hate weşandin. Stran li ser Berxwedana Garê ya di Sibata 2021’an de ye.

Strana bi navê ‘Garê Newroz e’ ya ku Baran Dilbihar gotin û awaza çêkiriye hate weşandin. Stran li ser Berxwedana Garê ya di Sibata 2021’an de ye. Di Sibata 2021’an de artêşa Tirk a dagirker operasyoneke dagirker biribû ser Garê lê li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê vê operasyona dagirker a dewleta Tirk negihiştibû armanca xwe.


Beşeke gotinên stranê
“Dîsa dem û dewran e
Li ser Garê dûman e
Holehola siwaran e
Ser Naziyên Tûran e”