Kevana Zerîn konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Ewropayê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist. Navê tevgerê weke Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn hat guhertin.
Tevgera Kevana Zêrîn a Ewropayê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist. Navê tevgerê weke Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn hat guhertin.
Tevgera Kevana Zêrîn a Ewropayê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li bajarê Kolnê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Li salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ku kongre lê hat lidarxistin pankarta "Jin Jiyan Azadî" û wêneyên jinên pêşeng ên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûne hatin daliqandin.
Siyasetmedarên li sirgûnê, hunermendên jin ên endamên TEV ÇAND'ê û nûnerên jin ên saziyên Kurd ên li Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.
KONGRE DIYARÎ ŞEHÎD ŞOREŞ ARJÎN HAT KIRIN
Kongreya ji bo bîranîna yek ji kesayetên sembola Têkoşîna Azadiyê ya Jinê Bêrîtan Hêvî û jinên pêşeng ên meha Cotmehê şehîd bûne hat lidarxistin û diyarî endama Koma Awaz Şoreş Arjîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû hat kirin.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û hunermend Bermal der barê armanca Kevana Zêrîn û qonaxên ku tê re derbas bûne de agahî da.
Piştî hilbijartina dîwanê li ser navê Kevana Zêrîn Medya Botan axaftinek kir. Botan got, “Têkoşîna jinên Kurd a ji bo parastina nasnameya çandî û li dijî asîmîlasyonê, bi taybetî di serdemeke ku li Rojhilata Navîn pevçûn dijwar dibin û weke Şerê Cîhanê ê Sêyemîn tê şîrovekirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Jinên Kurd îro di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji bo parastina nasnameya xwe û li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke xurt dimeşînin. Di vê berxwedanê de bi taybet bîranînên jinên pêşeng ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, têkoşîn û rêxistinbûna wan xurt dike.”
Medya Botan anî ziman ku li Rojhilata Navîn şerekî bêhevsengî heye, dewleta Tirk vê pêvajoyê bi qirkirina gelê Kurd û jinên Kurd didomîne û wiha berdewam kir: “Li Rojava, Şengal û Bakur êrîşên qirkirina fizîkî û çandî dewam dikin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya parastina nirxên çandî û parastina nasnameya xwe van êrîşan şermezar dike. Ji bo têkbirina zîhniyeta qirkirinê bi biryarî li ber xwe didin. Tevgera jinê wê bi tecrûbe û hevgirtineke mezin vê têkoşînê bimeşîne. Ew li dijî van gefan xwedî tecrûbe û biryardariya berxwedanê ne.”
Medya Botan wiha pêde çû: “Ev pêvajo ji bo her kesî girîng e, lê ji bo Kurdan hîn girîngtir e. 100 sal in ji bo Kurdan derfet û firsend derketine holê. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd ji bo parastina nasnameya xwe û hebûna xwe bi hevgirtineke xurt têdikoşe. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd û jinên Kurd bi têkoşîna di bin pêşengtiya Rêber Apo de dikarin bigihêjin armanca şoreşê û bigihînin encamê. Ji bo pêvajo bimeşe divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya fizîkî pêk were da ku bi awayekî çalak rola xwe ya Rêbertî bilîze. Ev jî wê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. Ji bo gelê me wê bibe gaveke girîng.”
Piştî axaftina Medya Botan, ji nirxandinên Rêber Apo yên li ser çand û hunerê hin beş hatin xwendin û piştre jî peyama Komîteya Kevana Zêrîn hat xwendin.
ŞEHÎDÊN ME RÊYA ŞOPANDINA ROMANA PKK'Ê NÎŞAN DAN
Komîteyê di peyama xwe de kongreyê silav kir û van tiştan anî ziman: “Şehîdên me yên li seranserê Kurdistanê her roj rêbertiya me dikin û ji bilî serketinê tu rêyeke din ji me re nahêlin. Îro li Zap, Metîna, Avaşîn, Garê û Xakurkê bi şahidiya çiyayên qedîm û mirovahiyê kêlî bi kêlî serjetin tê jiyîn. Têkoşîna şehîd Mizgîn, Delîla, Sarya Baran, Arjîn û herî dawî jî Şoreş; weke Rêber Apo diyar dike, 'PKK romaneke bêdawî ye, helbestek e' jiyan û rêya şopandina bedewiya vê roman û helbestê nîşanî me dan. Em wan bi rêzdarî û hezkirin bibîr tînin.
Îro şerên herî dijwar li ser çandan têne kirin. Dijminê me ji aliyekê ve çand û hunera me qedexe dike, li aliyê din jî bi helandina nav çanda xwe re hewl dide ji kokê biqetîne. Ji muzîka me heta govenda me tê qedexekirin, xirabkirin, navên cihên me yên qedîm tên guhertin. Li dijî çand, huner û bîra me ya çandî êrîşeke komplo û tunekirinê heye. Li dijî nasname, bîr dîrokî û çanda me êrîşeke berfireh tê kirin. Yên ku wê van êrîşan pûç bikin û li hemberî wan bisekinin hunermendên Kurd in. Li gorî pêwîstiya nirxên me yên çandî, hezkirina me ya ji bo Kurdistanê û welatparêziya me, armanca xebatên me ji bo jiyandina van nirxanane. Ji ber vê yekê divê em di vê konferansê de li ser van mijaran nîqaşên xurt bikin, peywira huner û hunermedan jiyandina van nirxanane û ev parçeyeke paşeroja gelê me ye.”
Piştre jî kongre bi nîqaşên rêxistinî û nirxandinan berdewam kir.
Hunermend û beşdarên kongreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 3 rojan li dijî Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û hat diyarkirin ku divê gelê Kurd, sazî û partiyên Kurd li her derê bi yekîtiyê li dijî êrîşên qirkirinê derkevin.
Hunermendan jî banga beşdarbûna mîtîng û meşa 16'ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bê lidarxistin, kirin.
NAV HAT GUHERTIN
Di kongreyê de rêziknameya nû pêşkêşî delegeyan hat kirin, piştî nîqaşên kûr bi dengdanê hat qebûlkirin.
Guhertina nav jî ji bo nîqaşan pêşkêşî delegeyan hat kirin. Piştî nîqaş û pêşniyaran navê Kevana Zêrîn hat guhertin û bû Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn; navê wê yê kurt "Hunera Mizgîn" bi yekdengî hat qebûlkirin.
Piştre 19 endamên koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgîn hatin hilbijartin. Kongre bi nîqaşkirina plansaziyên nû berdewam kir.