Kevana Zêrîn: Em 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin

Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn 4’ê Nîsanê weke roja hebûn û xwebûnê pênase kir û diyar kir ku ew vê rojê bi coş pêşwazî û pîroz dikin.

4’Ê NÎSNÊ

Amadekariyên ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, didomin. Koordînasyona Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn, rojbûna Rêber Apo weke rojbûna gel û mirovahiyê nirxand û bi wesîleya vê rojê peyamek weşand.

Peyama Koordînasyona Kevana Zêrînê bi vî rengî ye:

“Barkirina wateyê li dem û mekan, xuliqdariya mirov a zîreke. Mekan û dem li gorî vê dibin xwedî nasname, dibin remz û helwesta herî bi hêz. Mekan û dem ji xwe derbas dikin û sînorên xwe diqetînin. Li gorî vê di dîroka Kurdistanê de gundê biçûk a bi navê Amara û roja 4’ê Nîsanê ya jidayikbûna lawekî ji vî gundî, di hişmendiya gelê Kurd û gelan de wateya herî kur li xwe bar kir. Ji ber ku li derdora Rêber Apo yê ku 4’ê Nîsanê li vî gundî biçûk hate dinê, di wateya hebûn û nebûnê de çarenûsa gelekî guherî. Helwest û hilbijardeya azadiyê pêk anî. Ev helwest û hilbijardeya azadiyê ji gelên din re jî bû îlham û hêz. Ji ber vê gelan landika li Gundê Amarayê û roja 4’ê Nîsanê, ji bo hebûna xwe watedar kirin û sînorên vê wateyê di asta cîhanî de pêk anîn.

Lê herî zêde jin hebûn û xwebûnên xwe, di vê watedayînê de peyda kirin. Refên azadiya jinê bi vê rojbûna Rêber Apo xwe da çêkirin û hêza herî mezin a hişmendî û hebûnî pêk anî. Ji ber vê jinan navê Amara ji bo xwe hilbijartin û di roja 4’ê Nîsanê de weke remza xuliqdariyê li her derê şitlên darên jiyanê çandin. Li derdora darên ku çandin jî formula bi sêhr a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Ji ber vê bû ku roja rojbûna Rêber Apo her sal bêtir berfireh dibe û jin weke rojbûna xwe ya watebarkirî dipejirînin.

Em weke Tevgera Çand û Huner a Kevana Zêrîn, 4’ê Nîsanê weke hunandina hunera jiyanê ya li ser bingeha azadiya jinê wate lê bar dikin. 4’ê Nîsanê rojbûna hunera Hebûn û Xwebûna me ye. Em rojbûna xwe li tevahî gelan, jinan û azadîxwazan pîroz dikin. Bi çandina darên xwe yên jiyanê diyariya herî bedew li welatê xwe dikin. Ji ber em dizanin diyariya herî bedew, pêkanîna welatê bedew e, avakirina kesayetên bedew e. Bi coşa vê avakirinê em 4’ê Nîsanê roja azadî, hebûn û xwebûnê pêşwazî û pîroz dikin.”