BI DÎMEN

Karox Ehmed: Koma Sketchê li Elmanyayê bi hemû zaravayên Kurdî şanoyê pêşkêş dike

Koma Sketchê komeke şanoya jixweber (improvisation) a Kurdî ye ku li Elmanyayê şanoyê pêşkêş dike. Aktor Karox Ehmed anî ziman ku li ser parastina çand û pêkvejiyanê dixebite û li Elmanyayê bi hemû zaravayên Kurdî şanoyê pêşkêş dike.

Karox Ehmed aktorekî Kurd e û li Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê, ji beşa derhêneriyê derçûye. Her wiha lêkoler e û yek ji damezrînerên Koma Sketchê ye li Elmanyayê. Karox Ehmed têkildarî Koma Sketchê û xebatên wê ji ANF’yê re axivî û got: "Koma Sketchê yek ji wan koman e ku girîngiyê dide lîstikên şanoya jixweber. Her wiha ji bo parastina çanda gelên cuda dixebite. Şanoya jixweber cureyekî şanoyê ye ku tê de derhêner, xebatkar û deqeke nivîskî tune ye. Çîrok, fantazî û xeyala aktor di niwandineke rasterast de tê ber temaşevanan. Girîngtirîn rêgeza şanoya jixweber ew e ku mirov pêşniyara aktorê hember red nake da ku mirov niwandineke xweş û bêalozî pêşkêş bike."

Karox Ehmed li ser xebatên Koma Sketchê da zanîn ku ev kom di dema xebata xwe de bi zimanên cuda û bi hemû zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Hewramî û hwd.) gelek niwandinên şanoyê pêşkêş kirine û gelek kargehên rûbirû û online ji bo perwerdekirina aktorên Kurd vekirine. Karox Ehmed der barê vê yekê de wiha got: "Karê me tenê ne şano ye, me bi saziyên CDO û PDO û Nexweşxaneya Hîwayê re bi rêya şanoya jixweber der barê pirsgirêkên civakî de gelek xebat kirine. Ez bawer dikim ku şano û şêwirmendiya civakî, her du jî wisa dikin ku mirov bêtir xema xelkê bixwe û me jî ev têkilî di navbera şano û pirsgirêkên civakî de ava kir."

Karox Ehmed li ser projeyên siberojê yên Koma Sketchê yên li Başûrê Kurdistanê ev tişt anîn ziman: "Di plana me de heye ku em li Başûrê Kurdistanê li bajar û bajarokên cuda şanoya jixweber pêşkêş bikin. Tiştê ku di şanoya jixweber de ji bo temaşevan cuda ye, ew e ku niwandinên şanoyeke jixweber ne wekî yên berê ne, her tişt cuda ye. Cara yekem e ku komeke Kurdî bi vî awayî li ser şanoya jixweber dixebite. Lê dibe ku berê ji aliyê çend koman ve rêbazên wê hatibin bikaranîn. Wekî teorî jî em şanoya jixweber nas dikin, lê praktîzekirina wê li vir nû ye. Carinan niwandinên gelek trajîk yan jî gelek komîk tê de hene, lê divê em hay jê hebin ku di navbera komedya û henekê de xeteke zirav heye. Ji bo vê mebestê jî gelek girîng e ku asta hişyarî û zanîna aktor bilind be da ku çîrok û xeyalên wî hêjayî temaşevanan bin, ji ber ku hemû ew çîrok, xeyal û fantaziyên ku dikevin nav niwandinê, berhema hişyarî û zanîna aktor in. Lewma jî ji bilî zanînê, pêwîst e aktorê li ser jixweber her tim rahênanan bike û xwedî şiyana lîstikvaniyê be."

Meha Tebaxê ya îsal, Koma Sketchê li bajarê Silêmaniyê du kargeh li saziya CDO û saziya Azadbûnê vekirin, yek ji bo perwerdekirina aktoran bû û yek jî li ser têkilîdanîna bê tundûtijî bû.