Karayilan hişyar kir: Bi şerê navxweyî em ê her tiştî ji dest bidin!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li Kurdan hemûyan kir: "Em Kurd dikarin pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Eger di nava me de şerek derkeve hingî em ê her tiştî ji dest bidin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Stêrk TV. Temamiya hevpeyvîna ku pê re hatiye kirin wiha ye:

Wekî ku tê zanîn yek ji fermandarê HPG’ê Egîd Civyan li Botanê şehîd bû. We li ser jiyana wî daxuyaniyeke berfireh dabû. Hûn derbarê jiyan û şehadeta wî dikarin çi bibêjin?

Ez destpêkê fermandarê hêja, rêheval Egîd Civyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Di vê mehê de şehadeta heval Bêrîtan jî heye. Ev rojên salvegerê ne. Ez di şexsê fermandarê hêja Egîd Civyan û di şexsê heval Bêrîtan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û sozên ku me dane wan careke din dubare dikim. Di şoreşa me de gelek xeleqên şehadetên girîng hene. Şehadeta heval Egîd Civyan, heval Canfeda û heval Hebûn xeleqeke şehadetên girîng in. Him bi şêwazê şehadeta wan, bi rengekî fedaîyane êrîşî navenda koordînasyona dijmin kirin, derbeke mezin li dijmin xistin û wisa şehîd bûn. Heval Egîd û hevalên pê re bi şehadeta xwe jî peyam dan me. Di warê şopandina xeta Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan divê çawa be, ger ku pêwist be fedaiyên Apoyî divê çawa tevbigerin, bi çalakiyên xwe yên dawîn careke din nîşanî me dan. Ev wekî perspektîfekê ye. Ji dêvila ku bi bijmin re şer bike, navenda koordînasyonê tespît kir û hicûmî wir kir. Ev jî şêwazekî şehadetê yê girîng e. Heval Egîd di warê îdeolojîk de, di warê rêxistinî û leşkerî de hevalekî gihiştî bû, xwedî bingeh bû, xwe perwerde kiribû. Bi salan li qadên herî zehmet ên wekî Zagros, Botanê têkoşiya. Di pratîka wî de xeta herî girîng a Şengalê bû. Di dema fermana Şengalê de ji bo ku xwe bigihîne ew 12 hevalên berê çûne, tevî hêza xwe mudaxeleyeke dîrokî kir. Di nava demeke kurt de çiyayê Şengalê xist bin kontrolê.Li aliyekî li çiyayan êrîşên DAÎŞ’ê dişkenand li aliyê din hewl dida gelê me yê li jêr maye wan bîne jor, li aliyê din gelê me yê li çiyayan tî bûn, birçî bûn. Ji bo ku bi Rojava re korîdorekê veke, ket hewldaneke mezin. Ev tişt hemû bi hev re bi aqilmendî, taktîk, zanist û bi sebir koordîne kir. Tişta ku dewletên mezin nedikarî bike, di nava 8 rojan de 150 hezar gelê me yê Êzidî gihande aliyê Rojava.Hevalekî jêhatî bû. Fermandarekî bi zanist û plan tevdigeriya. Xebatên wî yên fermandariya qada Botanê jî wisa bi plan û bi aqilmendî bû. Bi qasî aliyê xwe yê îdeolojîk di warê welatparêzî de jî xurt bû. Nêzbûnên wî yên polîtîk hebû. Ez dikarim bibêjim heke ne ji aqilmendiya heval Egîd bûya, çend caran li wir bi pêşmergeyan re alozî çêbû, dibe ku bibûya şer jî. Lê sebir û aqilmendiya wî, fikirandina wî ya neteweyî çare didît, di nav hemû şertan de çareserî didît. Ev hemû taybetiyên fermandariyeke baş in, hevalê Egîd jî wisa bû. Ji Geverê bû. Bêguman Gever bi Kurdperwerî û welatparêziya xwe tê nasîn. Berê jî ji vir gelek hevalên qehreman rabûne. Hevala Berçem, heval Welat Herinkî, heval Rizgar Gever û heval Têkoşer Gever û gelek hevalên din ên qehreman ji vê herêmê ne. Bi vê wesîleyê ji bo malbata heval Egîd, gelê Geverê û gelê me yê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Em tevgereke wisa ne ku, dizanin girêdayî şehîdên xwe bin. Em ê li ser şopdariya wan de bin. Di bin ronahiya perspektîfa Rêber Apo û li ser şopa şehîdan heta dawiyê bimeşin. Em ê tola şehîdan bistînin û xeyalên wan pêk bînin. Em vê sozê careke din dubare dikin. Em dibêjin şehîdên me nemir in.

Ez dixwazim werim ser tecrîda li ser Rêber Apo. Tecrîdê sînorê Kurdistanê derbas kiriye û li herêmê jî bûye pirsgirêkek. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye rojeva Parlementoya Ewropayê jî ligel ku Tirkiye îtîraz dike jî di raporan de cih digire. Hûn vê geşedanê çawa dinirxînin.

Wekî ku tê zanîn Rêber Apo 22 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de, bi şêwazekî bêhiqûq û bê exlaq û di tu pergalan de tune, dîl hatiye girtin. Bi tenê îradeyeke wekî ya Rêber Apo karibû li hemberî êşkenceya psîkolojîk xwe biparasta û li ber xwe bida. Ev ne tiştekî hêsan e, zilmeke mezin e, bêhiqûqiyeke mezin e. Ne ku bi tenê dewleta Tirk vî tiştî dike. Pergala Îmraliyê pergaleke navdewletî ye. Rêber Apo ne girtiyekî wisa ye ku Tirkiyeyê ew girtiye. Hêzên navneteweyî ew girtine û dane Tirkiyeyê. Bi tifaqan wan li Îmraliyê zindan hatiye çêkirin. Berpirsyariya Konseya Ewropayê de jî di wê pergalê de heye. CPT saziyeke Konseya Ewropayê ye. Çend caran çû, serî jî lêda, lê zêde nexistin rojeva xwe. Belkî bi Tirkiyeyê re hinek tişt nîqaş kiribin. Berê Rêber Apo bi tenê bû, piştre çend heval jî birin. Lê heta niha Parlementoya Konseya Ewropayê ligel ku berpirsyariya wan hebû jî heta niha tiştek nekirin, tiştek negotin. Herî dawîn CPT tecrîd tespît kir û di warê fermî de îlan kirin. Niha jî Parlementoya Konseya Ewropayê di rapora xwe de ev tişt bi eşkere anî ziman. Tecrîd êşkence ye, binpêkirina mafên mirovan e. Heta niha xwedî li berpirsyariya xwe xwedî derneketin, tiştekî gelekî dereng maye lê dîsa jî baş e. Ji ber ku doza azadiya Rêber Apo sînorê Kurdistan, Tirkiye derbas kiriye. Bûye dozeke navneteweyî li her dera cîhanê, li Ewropayê, li Emerîkaya Latîn li her derê ji bo azadiya Rêber Apo kampanya tên kirin. Wekî Mandela dikeve rojevê. Konseya Ewropayê jî dît ku ew li paş bimînin nabe, wan jî xistin raporên xwe, dibe ku hewldanên kesan jî çêbûye. Doza Rêber Apo êdî dozeke cihanî ye. Ji ber ku girtiyekî cîhanî ye. Hêzên navdewletî ew girtine û radestî Tirkiyeyê kirine. Tirkiye jî gardîyantî dikir .Lê Tirkiyeyê ev tişt bêqanûnî û bêexlaqî dimeşand. Tişta pêwist azadiya Rêber Apo ye. Divê têkoşîn di vî warî de were geşkirin. Ev jî diyar dike ku heke têkoşîn were geşkirin dikare encamên were stendin. Mînaka wê jî rapora parlementoya Konseya Ewropayê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê eleqedar dike. Yê ku li wir hatiye tecrîdkirin ne kesek e, tecrîdkirina demokrasî û azadiyê ye. Ji bo vê jî divê têkoşîn were geşkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtiye, PDK li herêmên wekî Heftanîn , Metîna û Behdînan di nav liv û tevgereke giştî de ye. Xuya ye li pey hin provokasyonan e jî. Dixwaze li herêmê hinek cihan jî werbigire. Hûn armanca PDK’ê bi çi ve girêdidin?

Di van serdemên dîrokî de, divê em Kurd meseleyên xwe yên navmalê di nav xwe de çareser bikin. Heke em bi xwe çareser nekin, doza gelê Kurd wê bibe qurbana lîstokên neyaran. Ji ber vê ev mijareke girîng e. Di sedsala me de hêzên ku bi nakokiyên herî mezin jî bi hev re diyalogan wan heye û dixwazin bi diyalogê çareser bikin. Heke em Kurd jî wiha ne jêhatî bin, neyarên me dibêjin ev ne milet in, dibêjin ev eşîr in, dikarin ji bo pereyan bi xelkê re şer bikin, ne milet in. Heke em di vê demê de li pêş cîhanê wiha nîşan nedin ku em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, wek ku em dijmin piştrast dikin. Ji bo vê jî îmaja ku wê çêbibe wê îmajeke xirab be. Niha hesas e, qeyran heye lê ku mirov pêşî li vê negire wê bêhtir taloke bibe. Dagirkeriya Tirkiyê ev şeş sal in xwe gihandiye konsepteke nû, bi hişmendiyeke nû tevdigere. Di Tirkiyê de ne AKP desthilat e, MHP desthilat e, fikir û ramanên MHP'ê desthilat e û Pan Turkîzmê esas digirin. Dixwazin li derveyî Tirkan kesek nemîne li cih û war û hawîrodorên wan. Fikrekî wiha yê şoven e, nîjatperest e û dijwar e. Dixwaze xwe wiha ferz bike li ser Kurdistanê. Li dijî vê lazim e em hişyar bin. Niha her kes dizane ku peymana Cezayîrê di navbeyna Iraqê û Îranê de çêbû û li Kurdan komplo kirin û şikestine 75'an çêbû. Her kes wiha dizane ne? Lê na, aliyê sêyan jî heye, Tirkî jî heye. Serfermandarê Erkanê Tirkiyê yê wê çaxê Necîp Torûn Tayin di kîtaba xwe ya xatireyan de nivisandiye, dibe, ''em çûn'' -qala sala 1974'an dike, dibêje, ''Em çûn cem Iraqê me got, 'em vê qebûl nakin û li vir otonomî bidin Kurdan. Me çû eynî tişt ji şahê Îranê re jî got, mesele hal bû çû. Têk çû.'' Yanî wan kiriye. Pir nimûne hene, ne hewce ye ku em dirêj bikin lê nimûneya nêz, Rêbertiya me bi komploya navnetewî hêsîr hate girtin, piştî vê 5 salan me şer sekinand. Dewleta Tirkiyê jî bi başûr re têkiliyê xwe sekinandin û başûr kire xeta sor. Kengî xet rakir? Kengî li Zapê şikest, 2008'an, wî çaxî di ber vê de keda gelê me yê başûr jî hebû, gelê me yê Amediyê û hawîrdorên din jî wiha. Rabûn pêşiya tangan girtin, rola wan jî çêbû. Jê û şûn ve Tirkan xeta sor rakirin. Dema referandûmê jî rewşa wan, helwesta wan belî bû. Çûn bi Îranê re axivîn, bi Iraqê re axivîn, dibin yek da ku Kurd gavekê neavêjin. Û niha, ne hewceye ku em tim bibêjin lê heqîqetek e û ez bawer dikim her kes bi vê heqîqetê dizane, ku ne em bin, ne PKK be, ne ji hêza çekdar a PKK be, Tirk wê berê xwe bidin Hewlêrê. Nehêle ku ti destkeftiyên Kurdan hebin. Aniha PKK her deverê diparêze, divê ewil PKK hebe, lê di qeyîdên xwe de, di axaftinên xwe de, di bernameyên xwe de dibêjin, Kurd nînin. Mînak herî dawî tiyatroyeke ku bi hemû zimanan hatiye lîstin, li Stenbolê hinan xwestin bi zimanê Kurdî jî bilîzin nehiştin. Pê hisiyan ku di kîtabên sinifên heştan de di cihekî de behsa Kurdan tê kirin, ew kîtab îptal kirin. Naxwazin ti tişt bi navê Kurd hebe. Dixwazin ku Kurdan qir bikin, ne meseleya PKK ye, dixwazin koka Kurdan biqelînin. Kurd tine bibe, ev hişmendiya niha li ser Tirkiyê ye, desthilat e. Ji bo vê jî em careke dî dixwazin destnîşan bikin têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyê re, hevkariyên îstîxbarî û hwd., ne di xizmeta gelê Kurd de ye. Ne di xizmeta PDK'ê bi xwe de ye jî. Vê gavê dibe ku weke ku di xizmeta wê de be xuya dike. Lê ev kiryar her ku çû wê talokeyê li ser hemû Kurdan çêbike. Rewş hem pir hesas e û hem jî mirov nikare maneyekê jî bidiyê. Çikû ev Kurdan hemûyî dikin hedef lê em dinerin bi Tirkiyê re bi têkiliyên dostane ne. Li dijî van em niha li ber xwe didin, bi navê gelê Kurd em li ber xwe didin. Ma ne divê destekê bidin me? Ne ku pêşîya me û paşiya me bigirin. Niha Tirkî jî ji me re dibêje, ka werin hûn li Tirkiyê şerê çekdarî bisekînin, parçeyên din şer bikin em tehdê li we nakin. Ê başe, em jî vê qebûl bikin yanî? Ev dibe? Na. Yanî her kes lazim e hinekî bi çarçoweya netewî bifikire û ya dî jî tê gotin, me bihîst ku hinek rayedarên hikûmeta herêmê dibêjin, PKK, xwe bedîl dibîne, yanî ji hikûmeta herêmê. Tiştekî wiha nîne. Me fêhm nekir bê ka ev ji kû derxistine. Gelo ji bo ku yê li hemberî xwe îqna bike tê gotin yan jî bi rastî jê bawera dikin ku vê dibêjin lê ti rastiya xwe nîne. Wezîrê Tirkiyê yê derve Çavûşoglu carekê qal kir, got, PKK dixwaze Hewlêrê bistîne. Hikûmeta herêmê li ser hîmê têkoşîna bi dehan salan çêbûye, bi sed hezaran şehîd hene, îradeya gelê me heye, em çima xwe bedîl dibînin. Ev ne rast e. Bingehê xwe nîne. Ya din, tu dinerî wuqeteke çêdibe hema dibêjin PKK. Ev midûrê Serzêrê derb lê dane, bi dest xwe re gotin PKK ye. Asayîşa Herêmê bi mîsogerî axivî. Em jî şaş man. Di serî de ez vê bibêjim, ti biryarên me nîne li başûr em li dijî ti hizban an jî li dijî hinek rayedarên hikûmeta herêmê çalakiyê bikin. Ti biryareke me ya wiha nîne. Ez bi fermî dibêjim. Tiştekî wiha nîne. Ev wiha mîsoger dibêjin, me got gelo yekîneyeke me bi serê xwe tiştine şaş kiribin, me agahî şand û me pirsyar kir, lêkolîn kir, tiştekî wiha nîne.

Di dest wan de ti belgeyeke heye yan na?

Ez nizanim, heke heye bila bidin, nîne. Bêguman nîne. Heke heye bila bidin, li ber çapemeniyê par ve bikin, wê çaxê em jî bibêjin, temam. Tiştekî wiha nîne. Dijmin dixwaze me berdê hev. Provakasyon e. Em nizanin kê kiriye lê divê em vê bizanibin, dijminê me stratejiya xwe ev e; Kurdan berdê hev, ji bo ku bibêje, binerin ev hemû eşîr in, ev nabin milet, çi eleqeya miletî bi wan re nîne û me lawaz bike û stratejiya xwe bi ser bixez. Yanî heta niha di şerê navxwe de kes bi ser neketiye. Kurd bi ser neketine, ev li ber çavan e. Car dî jî weke salên berê, salên 90'î, beriya belkî hinek rêxistinan ji şerê navxwe îstîfade dikirin, wan deman derfeta vê hebû lê niha nîne. Çima niha nîne? Niha sedsala 21'an e, niha herêm ji nû ve tê nîqaşkirin, cihê Kurdan wê kûder be, ne kûder be, li dahatuyê dibe ku qedera gelê Kurd diyar bibe. Niha ku Kurd şerê navxwe bikin wê stratejiya Kurdan têk biçe, ev pir girîng e. Em vê difikirin, em ji bo vê îro ev qasî bedel didin. Ev têk biçe wê çaxê ked hemû diçe, a hemû vî miletî, ya başûr, ya bakur,rrojhilat, rojava wê biçe. Ji ber vê em meselê biçûk nabînin. Niha em dibihîsin qewet ketiye hereketê. Wek ku xwe ji şer re hazir dikin. Heke çavdêriyên me, agahiyên me yên cidî nebûna, ez tim xweşbîn im, min wiha nedigot. Lê niha em dinerin haziriyek heye. Armanca van haziriyan çi ne ez nizanim. Mesela li kûderê niqteyeke me hebe ku em li wir in li nêzî wir dixwaze qewetekê deyne, di navbeynda du qewetan de rêyek heye li ser rê dibe ew ê mefere çêbikin. Ev çi niyet e. Mesela duh pêr li herêma Zêbarî tiştekî wiha bû, hindik ma ku rûdan çêbibe, me bihîst û mudahele kir, da ku tiştek nebe. Hatine cihekî çêdike. Li ser rê ye, çûnûhatine wir heye. Li cihekî dî çêke, ma arazî nîne. Tiştina wiha hene divê her kes bizanibe ev tişt tehrîq in. Dijminê me jî hene, hêzên me hene, li her deverê, yekîne ciwan in, em nikarin ewk bikin divê kontrol hebe. Wiha ew qas hêz têxe nav hev, ev taloke ye. Min bihistiye dixwazin hinek cihê dî jî wiha zevt bikin. Ne dûr e ku bifitile şer. Ez wek kes naxwazim talîmat bidim fedaiyan ji bo ku Kurdan bikin hedef. Ne ez dixwazim û ne jî tevgera me dixwaze. Em dixwazin yê li pêşberî me jî vê fêhm bikin, litfen. Em li dijî dijmin şer dikin. Her roj. Em ji şer natirsin, lê ne ji bo naxweyî, niha ev tişt hemû, rêveberiya PDK'ê hay jê heye yan na ez nizanim, bi taybet ez dixwazim li vir bang bikim, ji bo kek Mesûd, haya xwe ji van kiryaran hemûyan heye yan nîne. Ez nizanim, çikû heta niha neaxiviye, fikra xwe çiye ez nizanim. Em dixwazin fikrên kek Mesûd jî hîn bibin. Ev tişt hemû çima têne kirin? Hawîr li dora hevalan, li ser rêya hevalan dixwazin bigirin û wiha bi qewet, bi hêzên mezin, ev tê çi maneyê? Li ser vê mijarê em hêvî dikin ku dest li ser deyne. Em amade ne ji bo pirsgirêkên navxweyî, her çi dibe bila bibe, bi diyalogê çareser bikin, em ji her tiştî re amade ne. Lê bi qeweteke leşkerî ku tu hawîrdor bigirî, dor teng bikî wê çawa bibe?

Bêguman wê şer derkeve.

Bêhemd jî be wê derkeve. Niha gumana me ev e. Fikara me ev e. Ji bo vê jî ez dixwazim aşkere bang bikim, dixwazim pêşî lê were girtin, wiha nabe yanî wiha be wê qeza çêbibin. Bila kes wiha nefikire ku niha em hazirî dikin, ji bo ti kesî. Tiştekî wiha nîne. Lê yê me bi xwe, em di çarçoveyên netewî de bi israr in. Yanî binêrin Serok Apo, yek carê karîbû bi telefonê biaxiviya, piştî 22 salan cara yekê bi telefonê axivî. Bi biryarê xwe Mehmet re 20 deqe axivî, 15 deqe li ser yekîtiya netewî axivî. Serok me jî wisa difikire, em jî wisa difkirin. Ev çawa dibe, wer xwe alternatîf bibînin ku her derê bigirin. Tiştek wisa tine. Xuyaye di vir de sîstema îstixbarata dijmin, rola wê ya fitneyê pir zêde ye. Ji bo vê dixwazim her kes şiyar be. Di serî de gel, siyasetmedarên Kurd hem jî em wek PDK û PKK. Yanî mesele navbera PKK û PDK’ê ne meseleya du partiyane. Meseleyek ku giştî Kurdan eleqedar dike. Meseleyeke netewî ye. Ji bo wê dixwazim ku her kes pêre mijûl be. Em hazirin ku çi pirsgirêk dikarin çavêdar jî hebe, nîqaş bikin. Em her tiştî re hazir in. Em bendewar in ku pêşî bê girtin, wisa nebe. Ev rewşa ji ber ku xeteriyê re vekiriye. Xeterî wê çêbibe. Em dixwazin ku armamî pêk bibe. Li Kurdistanê aramî pêş bikeve. Wisa çareserî ji bo wê bê peydakirin.

Me behsa PDK’ê û hevkarê wê kirin. Niha herî dawî 9’ê Cotmehê, wateya 9’ê Cotmehê jî ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn. Li ser Şengalê Bexda-Hewlêr peymanek veşartî çêbû. Madeyên wê jî bi raya giştî re hate eşkerekirin. Madeyên wê hinek balkêş bûn? Hûn vê peymanê bi kîjan armancan ve girê didin?

Eşkere kirin, ne veşartî bû. Lê aliyê xwe yên veşartî jî dibe hebin. Niha mesel e, di çarçoveyên min anî ziman de, divê mirov bigire dest. Yanî Kurd pêwîst meseleyên xwe dikaribe di mal de çareser bike. Ango ne hewceye ku nizanim li Rojava hêzên navdeweletî navbeynkariyê bikin. ENKS û PYD’ê, ne hewceye ku bi dewleta re peyman çêbibe, dîsa bi rêya dewletan li çareseriyê bigerin. Bi Tirkiyeyê re, bi Iraqê re na be. Pirsgirêkek heye, li Şengalê jî heye. Destpêkê wê bêjim em li wir ne alî ne. Li Şengalê di pêşengtiya hevrêyê me yê hêja bi keda Hevrê Egîd Civyan, me mudaxele kir. Me xwest em gelê xwe biparêzin ji fermanê rizgar bikin. Me erkê xwe pêk anî û em ji Nîsana 2018’an û vir ve bi fermî ne li wir in. Me çi kir? Ciwanên bi me re ketin şer, me ew fêrî şer kirin, elbet alîkarî kir ku xwe bikin hêz, serbixwe bin. Bi xwe xwe rêvebibin. Êdî Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Me di vê xisûsê de alîkarî kir. Ev nayê wateya ku wisa bû ku hemû bûne PKK. Ne wisa ye. Tirk naxwaze li ti deran tu Kurd, bibin xwedî statû. Qet naxwazin Êzidî bibin xwedî statû. Taybet ev hişmendiya dewleta Tirk a Erdogan dijîtiya xelkê me ya Êzidî heye

Ji xwe xwestin bi destê DAÎŞ’ê wan tine bikin.

Erê, yanî ku mirov veke dirêje, taybet helwestên xwe hene. Yanî wan ji bo ji bo wa sîstema li wir tê avakirin, têk bibin; dibêjim PKK’ê dikin hedef. Ev ne wisa ye. Niha, divê çi biba? Divê Kurd bi xwe xwe di nava xwe de çareser bike. Hadê nebû dixwazin bi Iraqê çareser bike. Li wir sîstemek heye, hêz heye. Ew hêza 6 salan li wir e. Ked daye, şehîd dane. Tu rabî bê wan, qet li wan ne şêwirî. 

Hemû jî zarokê herêmê ne

Erê yê wir in. Li wan ne şêwîr, peyman bikî, bêjî divê wan ji wir bikin. Ev sosret e. Çawa dibe? çawa wan derbixî? Fermanek din li serê Êzidiyan bînî. Bi çek zarokên Êzidî derbixin. Niha hikûmeta Iraqê çawa wan der bikin? Niha wan îlan kirin, meclîsê got ku kes bi me neşêwirî. Meclîsa xweser heye. YBŞ heye kesê bi wan ne şêwirî. Hemûyan gotin ku ew qebûl nakin. Gelo wê bi zorê derxin. Gelo wê carekî din Êzidî bên kuştin. Çawa ev bibe. Xuyaye ev peyman ne çareserî ye. Peyman bi cih nayê. Yanî ev hewlbidin, bi cih bînin. Wê şer derkeve. Eşkere ye. Baş e, Ma ne lazime ku peyaman heba ku ji bo aramî çêbibe, ne ji bo şer çêbibe alî li ber hev rabin. Yanî ev, ne peymaneke çareserî ye. Bi xwe re deriyê xeteriyan vedike. Ji xwe xelkê li wir kîne, Êzidiyên wir hemû gotine em qebûl nakin. Sazî bi xwe gotin qebûl nakin. Di sîstema Iraqê parlementer û partiyên din gotin em ji peymanê guncav nabînin. Niha îro em dibêjin ku; ev roj na li Şengalê qirkirin, meclîs nîqaş dike. Dixwazin bikin biryar. Tiştekî baş e. Qirkirin li Şengalê pêk hatiye. Yên ku qirkirin sekinandî, em ê wan bi zorê derxînin. Ev çi edale e? ev çi wijdan e? ev tiştekî ne rast e. Ev peyman wê bi xwe re gelek pirsgirêkan peyda bike. Xelkê li wir kê, ew hêzên li wir kî ne, ne mimkûne mirov pişt çav bike. Piştçav bikî wê pirsgirêk kûr bibe, çareserî nabe. Ev tiştekî wisa ye. Em bi xwe vê dibêjin. Yanî em divê mijarên xwe bi xwe çareser bikin. Di nava xwe de çareser bikin. Li wir yên ku mirov here muhatab bigire, nîqaş bike hene. Ji xwe wan jî got em aliyek sêyemînin. Yanî her tişt ji xwe re naxwazin. Daxuyaniyên wan jî, ji diyalogê re vekiriye. Lê ev, tişteke derqanûnî hatiye hesibandin. Ne hewceye defterê kevin vekin. Yên ku esas li wir revîn ew in. Tu nikarî bêjî yên xwedî li wir derketin derkevin herin. Yanî ji bo wê ne peyamaneke ku bê bicihanîn. Em divê baweriyê de ne. Em bang dikin ku; ji bo tevahî Kurd bê guman pirsgirêkên Şengalê jî di nav de, em divê bikarin hemû pirsgirêkan di nava xwe de, çareser bikin. Vê demê pêwîstiya gel bi vê heye. Beriya vê çend rojan li Bakurê Kurdistanê, HDP’ê û partiyên Kurdistanî kom bûn, li wir serokê PDK-Tirkiye axivî. Wî got dixwazin nîşan bidin ku Kurd dikarin li hev bikin. Em îmajê ku tê gotin Kurd nikarin li hev bikin, em bişkînin. Ev tiştekî di cih de ye. Ez jî heman tiştî dibêjim. Çawa ku li Bakur wisa dikin. Divê em giştî li Kurdistanê ev îdîayên dewletên dagirker ku ne gel in, çi heqê wan nîne? nikarin xwe bikin yek. Divê em wan îmaşî tine bikin. Ji xwe ez vê dibêjim. Di vê serdemê de ger ku biçûk be jî, navxweyî, naxwazim bêjim şer çêbibe. Wê her tişt têk biçe. Çimkû mesele xwedî dîrok û paşerojeke, destpê bike wê kî bisekine. Her tişt wê xirab bibe. Nabe nabe, ji bo wê banga min girîng e, em bendêne ku bersiv bê dayîn. Ev rewşa qeyranî û xeternak bê derbaskirin. Hêvî û bendewariyên me eve.

Dewleta Tirk aliyek gefan li Rojavayê Kurdistanê dike, li aliyê din jî êrîş li ser gerîla heye, berxwedana gerîla jî heye. Li ser siyaseta demokratîk û Tirkiye Kurdistanê êrîş hene, welatî tên girtin û diavêjin zindanan. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Rast e, herî dawî cardin gef li şoreşa Rojava xwarin. Lê li wir çi dibêje; di hûrguliyên mijarê de dibêje PKK dixwaze li wir statûyekê ava bike, em vê qebûl nakin. Yanî bê guman ne PKK, ji bo xwe hedefekê dibêje. Yanî dibêje li wir statûya Kurd çêbibe, em vê qebûl nakin. Çima qebûl nake? Li ti deveran statûya Kurdan qebûl nakin. Bi fermî ji bo Başûr jî negotin em qebûl dikin. Têkiliyan çêdike. Dixwazin sûdê jê bigirin. Ew li dijî statûya Kurdan tev in. Herî dawî Erdogan ev got. Berê jî gotiye. Destpêkê em li dijî rewşa Başûr derneketin, ev şaşî bû. Yê dibêje şaşî bû niha dixwaze vê şaştiya xwe telafî bike. Erdogan-Bahcelî dixwaze vê bike.

Niha şerê di navbera me û dagirkeriya Tirkiye de, gihiştiye astekî pir girîng. Yanî 6 sal e li dijî me şer dikin. Bi hemû derfetên xwe şer dikin. Bi ser neket. A rast e, me jî berdêl da. Lê, dijmin çû ber têkçûnê.

Niha di nava krîzê de ye.

Di warê aborî, siyasî û civakî û di her mijarê de sîstema qirker a faşîst di nava krîzê de ye, di aloziyan de ye. Êdî her kes vê yekê nîqaş dike. Ne em tenê. Her kes dibêje emrê vê rejîmê çiqas heye. Mesele, rapirsî çêdibin, diyar dibe. Di hilbijartina de diyar dibe. Çûn ber têkçûnê. Lê ne hêsan bû, me jî berdêla vê da. Niha pozîsyona me hîn xurtire. Em ne di nava krîzê de ne. Em ji pêşveçûnê re vekirî ne. Rêya me vekirî ye ku em pêş bikevin. Lê, wana sîstem di krîzê de ye. Her diçe krîz, hîn zêdetir kûr dibe. Mesele niha, bala xwe bidinê; berê dewleta Tirk a li dijî me şer dikir, hemû NATO, dewletên Ewropa, Emerîk, dewletên Ereb, Îran, Iraq û Sûriye tev pêre bû. Wisa dijî me şer dikir. Lê niha kî pêre ye. Rast e, tev Emerîka li ser me plan dikin. Ev planên dikin, rêveberiya Trûmp têde ye. Ev rast e. Lê ji derveyî Qeter, Azerbeycan kî pê re ye. Êdî kifş bû. Yanî ev rejîma di aliyê fikra xwe ya Tûranî, Pan Tûrkîzm û şoven, nijadperest, xeyalên Osmanî ev deşîfre bû. Îro xelkê Ereb hemû li dijî wê ye. Vaye Ewropa li dijî ye. Ev çi dixwazin bikin? Ya rast, ew li dijî me têk çûn, xwestin li hin çavkaniyên madî, aborî bigerin. Yanî petrol. Ji bo wê valahî hîs kirin, xwe berdan Lîbyayê. Nebû, Behra Spî. Xwestin ji wir çavkaniyên petrolê bigirin, belkî xwe wisa xurt bikin ku karibin li dijî Kurdan şer bikin. Ev hemû ji bo şerê li dijî Kurdane. Niha ev nakokiyên ku bi Qibrisê re, bi Yewnan re çêkiriye ji bo wê ye. Niha li wir encam negirt, niha berê xwe da Ermeniyan. Azerbaycanî hazir kirin, çek dan, SÎHA ji wan re şand, çete ji wan re şand, wisa êrişek li wir kirin. Çima? Erdogan dixwaze vê bike; dixwaze rehê şoven di civaka Tirkiyeyê de geş bike, alîgirê xwe zêde bike û biçe hilbijartina pêşwext. Li dijî me, li dijî Kurdan dijminatiyê dike, lê ev pêk nehat. Dijminên ku berê Tirkan ji bo xwe weke dijmin nîşan didan, Rûm, Yewnan bûn, li hemberî wan jî qeyran çêkir. Piştre rapirsîn çêkir, dîtin ku bilind nebû, li ser sedî 50'î neket. Dijminê ku 90 sal in li dijî Ermeniyan timî propaganda, nivîsandina dijminatiyê dikin, niha jî bi Ermeniyan re nakokî ava kirin ku ev rayeyê rake ser sedî 50'î, lê car din ranebû. Yanî di destwerdana xwe ya derve hemûyan de Erdogan, Bahçelî negihiştin armancên xwe. Wisa nekarîbûn bingeha xwe xurt bikin, ji bo wê jî rojevê hilbijartina pêşwext taloq kirin. Lê wê bi ku ve biçin? Her diçe ber bi çiravê ve diçin. Ev hemû bi têkoşîna li dijî Kurdan wisa bû. Îro eger ku li hemberî me bi ser ketibûya, ji xwe wê bigotina 'me Tirkiye rizgar kirin, me derxist ser rastiyê', bi her awayî wê di sîstema xwe, sîstema faşîst de istiqrarek çêbikira. Ji ber ku li dijî me têk çûn, ji bo wê yekê niha di aloziyeke giran de ne.

Bi rastî êrişên xwe yên li ser Îmraliyê weke berê jî min got, ti wijdan qebûl nake. Mesela Serokekî hinekî kerameta xwe hebe di bin kontrola xwe de ewqasî zilmê li yekî dîlgirtî nake. Lê belê Erdogan dike. Ji ber ku namerd e, dike. Partiyeke ku çareseriya Kurd dixwaze, hebûna Kurd erê dike, hêzên demokrasiyê Tirkiyeyê û Kurd, bûn yek û HDP çêkirin. Niha HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e. Lê bala xwe bidin ser, di çapemeniya wan de kes newêre behs bike. Kî behs bike wê bela bê serî. Her wiha heta niha zêdeyî 5 hezar HDP'î girtî ne. Di girtîgehê de ne. Hevserokên wan ên giştî digirin, ên herêmî digirin, herî dawî yên Amedê girtin. Piştî wê yê Bazîdê girtin, ka sibe wê yê ku bigirin? Yanî êdî bêrûmetiyek heye. Difikirin, difikirin 'em ê çawa HDP'iyan bigirin' dûre tê bîra wan, ku şeş sal berê bûyerên ji bo Kobanê hebûn. Careke din wê dixin rojevê. Yanî ji bo hêzên çep, sosyalîst, demokratîk, yên ku hebûna Kurdan qebûl dikin, bi têkoşîna azadiya Kurdan re dostaniyê dikin, ew jî tê de êrişek li ser siyaseta demokratîk heye li Kurdistanê. Ev êriş bi rastî sînor hemû derbas kirine, qanûn nîne. Qanûnê dagirkerî û qirkirinê li Tirkiyeyê esas e. Heman êriş li ser gerîla jî heye. Yanî li ser gerîla bi navê cûrbecûr operasyonan dikin. Ew hemû tiştên xwe bi teknîkê bawer dikin. Lê belê ji bo xelk bibîne, nimûneya herî berbiçav Heftanîne. Li Heftanînê her tim 9-10 balafirên xwe yên keşfê li hewa ne, lê li Heftanînê gerîla jî ewqasî tevdigere û her roj li wa dixe. Heman tişt li her derê Kurdistanê heye. Dibe ku li hundirê Kurdistanê giştî de her roj çalakî niha ne hewce ye em li her derê bikin, li bajaran de dibe. Li bajaran mesela wan sîstem danîne, em bêjin çek, teqemeniyê tu nikare bigihîne bajaran, zehmete digihîne, lê belê xelkê me jî dest bi rêbazên cuda kirine, rêbazê şewatê. Em li dijî şewitandina daristanane, lê belê baregehên wan, cih û warê wan, febrîqeyê wan dibe. Niha şerekî aborî heye, Tirkiye naxwaze vê nîşan bide. Nade çapemeniya xwe, berfireh heye niha li metropolan, li hin bajarên Kurdistanê. Yanî hêzên parastina cewherî YPS, HBDH çalakiyên pir xurt dikin, em wan silav dikin. Bi rastî derbên mezin li aboriya Tirkiyeyê dixin. Yanî li aliyekî li bajaran wisa li hember kiryarên rejîma faşîst qirker çalakî heye, li aliyekî din li çiyayên Kurdistanê. Planên wan li ser Başûr hebû ku dagirkeriyê bikin. Lê belê plana wan li Heftanînê xitimî. Eger li Heftanînê nexitimiya wê berfireh bikira. Lê belê li Heftanînê bi hêsanî nexitimî yanî. Bi saya Esmeran, Nûcanan, Egîdan, Mazlûman, Memyanan, ev wisa pêk hat. Li wir destan hatin çêkirin, wisa dijmin tirsiya ku bikeve kûrahiyê nizane çi bê serî. Bi vî rengî sekinî. Lê em zanin ku planên wan li ser Başûr neqediya ye, hîn heye. Vaye Erdogan gefê li Rojava dixwe, dibêje em destûrê nadin. Yanî dibêje 'ez ê heta dawiyê li dijî Kurdan şer bikim'. Plana xwe li Lîbyayê têk çû, li Behra Spî têk çû, yê li ser Ermenistanê xuya ye wê ti encamê negire, ji ber ku nebû alî. Niha careke din dibêje ez ê li ser Kurdan biçim encamê, êdî nikare biçe encamê. Êdî têkçûna wan dixuye. Yanî ez nabêjim îro sibe. Bêguman bi xwe jî têk naçin, têkoşîn pêwîste. Têkoşînên civakî, serhildanî, gerîlayî, bi her babetî pêwîste. Em ê vê bimeşîne. Ji her demê bêhtir di vê der barê de em bi îdîa ne, bingeha me parastî ye. Em ê bikaribin derfetên heyî bi kar bînin û vê pêngava herî dawî Konseya KCK'ê îlan kiriye, 'dem dema azadiyê ye', di çarçoveya vê pêngavê de têkoşîna azadiya Kurdistanê di rojên pêş me de wê zêde bilind bibe û bi ser bikeve.