Kanîwar: Em ê zarokên Kurd ji muzîkê bêpar nehêlin

Ji damezrînerên Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar qala akademiyê kir û got, armanca wan ew e ku zarokên Kurd ji muzîkê bêpar nehêlin.

Li hemberî zext, zordarî, astengî û asîmîlasyona li ser çand û hunera Kurd, gelê Kurd rê û rêbazên têkoşînê diafirîne. Akademiya Ma Music ku sala 2017'an li Amedê ava bû, yek ji wan saziyan e ku serkêşiyê ji têkoşîna li dijî asîmîlasyonê re dike. Akademî hewl dide li Kurdistanê bi taybetî jî li Amedê Kurdan ji muzîkê bêpar nehêle. Di heman demê de hewl dide aliyên teorîk û teknîkî yên muzîkê jî bi pêş ve bibe.

Damezrîner û perwerdekarên Ma Musicê ku berê li Konservatûara Aram Tîgran a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kar dikirin, piştî ku şaredarî bi destê qeyûm hate desteserkirin, Akademiya Ma Musicê ava kirin.

Yek ji damezrînerên akademiyê jî Şêrko Kanîwar e, ku qala karê xwe kir. Kanîwar bi bîr xist ku akademiya wan beriya niha di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû, lê belê sala 2016'an dema ku qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin, akademiya wan hate girtin.
Kanîwar diyar kir, beriya karên akademiyê ew çû Başûrê Kurdistanê, li wir dest bi lêkoLîna perwerdeya muzîkê kir û anî ziman ku ew bi giranî li wan berheman rast hat, ku ji welatên rojavayî hatine wergerandin û li tevlî Kurdî hatine kirin.

PERWERDEYA JI KREŞÊ HETA BI ZANÎNGEHÊ

Kanîwar got, "Di serdanên xwe de yên li Silêmaniye û Hewlêrê, feraseteke muzîkê ya welê li ber çavên me ket ku ji taybetmendiyên Kurdî bêpar in û ji Îngilîzî û Fransî hatine wergirtin. Em neçar man ku rawestin. Ji ber ku ya ji me re diviyabû, danhevî û teknîka muzîkê ya bi rengê Kurdî bû. Me avakirina akademiyê ji xwe re kiribû armanc, lewma jî pêwîstiya me bi materyalan hebû. Her wiha diviyabû mufredateke perwerdeyê jî ji bo akademiyê hebûya. Bi taybetî kevneşopiya NÇM'ê li me ferz dikir ku akademiyek bê avakirin. Bi vê hest û berpirsyariyê biryar li ser avakirina akademiyê hate dayin. Ji ber vê yekê diviyabû me sîstemeke perwerdeyê ya demdirêj daniya ber xwe. Niha ji kreşê heta bi zanîngehê sîstemeke perwerdeyê ava bûye û em gihîştine asta bicihanînê."

'EM BI RENGÊ XWE YÊ ETNÎKÎ PERWERDE DIKIN'

Kanîwar bi bîr xist, ku piştî qeyûm li ser şaredariyan hatin danîn saziyên çand û hunerê hatin girtin û axaftina xwe wiha dewam kir, "Em neçar man ku ji nû ve destpê bikin. Li gel kûrsiyerên xwe yên ku li Konservatûara Aram Tîgran em bi hev re bûn û tevî malbatên wan me Akademiya Ma Musicê ava kir. Ya rast bi girseya xwe ya wê demê me ji nû ve destpê kir. Dawiya dawî em Kurd in û em neçar in ku bi rengê xwe yê etnîkî tevbigerin. Avakirina akademiyeke muzîkê karekî welê hêsan nîne. Divê li ser hîmekî xurt bê rûniştandin û her tişt gav bi gav bê avakirin. Lewma me encameke baş bi dest xist."

ME BI 400 KÛRSIYERAN DESTPÊ KIR

Kanîwar destnîşan kir ku akademî xwedî naverokeke têr û tijî ye, kadroyên jêhatî ne û got, "Di navbera akademiya me û akademiyeke muzîkê ya li Viyanayê ti cudahî nîne. Cudahî ew e ku dersên me li ser stranên Kurdî ye. Her wiha di nava atmosfereke faşîst de ku stranên Kurdî hatine qedexekirin, dayina dersên muzîkê Kurdî ya di asta standartên cîhanê de, ji bo her kesên ku bi me re di nava danûstandinan de ye, hesteke hêja ye. Mirovên ku ji bo serdema piştî sedsalan a Kurdan berheman diafirînin, li dora me bûne xelek. Dema ku em ji Aram Tîgran hatin vê derê 400 kûrsiyer û malbatên wan bi me re bûn. Lê niha 2 hezar mirov ji bo tevlî perwerdeyê bibin di rêzê de ne."

MALBATEK NÎNE KU JI DERIYÊ ME VEGERIYA YE

Kanîwar ragihand ku akademiya wan bi rewşeke bêderfetiyê hate avakirin, niha jî bi rêya sponsor û piştgiriyê dewam dike û got, "Dema ku Konservatûar bû bi derfetên şaredariyê ji aliyê madî ve rewşa me hinekî hêsan bû. Lê belê piştî ku me Ma Music ava kir, şert û merc berevajî bûn, hatin guhertin. Me akademî bi derfet û enerjiya xwe ava kir. Lê belê piştî me ava kir, me ti carî bi çavê bazirganiyê li vê qadê nenihêrî û karê xwe bi vî rengî nekir. Malbatên zarokên tên gel me ji tebeqeyên cuda yên civakê ne. Hinek hene ku rewşa wan a madî gelekî baş e, hinek jî rewşa wan a madî gelekî nebaş e. Yên rewşa xwe navîn e jî hene. Hinek ji van malbatan mehaneyên gelek zarokên me didin. Lê belê hinek hene ku qet nikarin bidin. Lewma em bi rastiya civakî ya kûrsiyerên xwe re bûne hemhal. Mînak ti ji malbatên ku zarokên xwe anîne vê derê lê belê ji destpêkê ve gotine ku nikarin mehaneyê bidin ji ber deriyê me venegeriyane. Ji derve ve akademiya me weke cihekî gelekî luks dibe ku bê dîtin, lê belê ji aliyê madî ve em ne saziyek in ku xîtabî çîna jorîn dikin."

EM Ê ZAROKÊN KURD JI MUZÎKÊ BÊPAR NEHÊLIN

Kanîwar destnîşan kir ku perwerdekarên Akademiya Ma Musicê dema dest bi kar kirin soz dan ku zarokên Kurd ji muzîkê bêpar nehêlin û wiha dewam kir, "Bi navê Ma Musicê, em li înşaetê bixebitin û pêdiviyên akademiyê bi vî rengî peyda bikin jî em ê zarokên Kurd ti carî ji muzîkê bêpar nehêlin. Ji bo vê yekê em ê têbikoşin. Di perwerdeyê de em cudahiyê naxin navbera zarokên Kurd. Ji ber vê yekê jî em dikin ku malbatên zarokan jî têkiliyên bi hev re çêbikin. Ji xwe em li vê derê civînê bi malbatan re çêdikin. Karim bibêjim ku malbat hemû hevdu nas dikin. di navbera malbatan de çandeke civakî û bandoreke bi vî rengî ava bûye."

LI HER DERÊ MUZÎK, JI BO HER KESÎ MUZÎK

Kanîwar diyar kir ku ew dixwazin dema bê şaxên akademiyê ava bikin û got, "Em plan dikin ku sala bê li Ewropayê şaxekî akademiyê vekin. Em dixwazin xwe bigihînin malbat û zarokên Kurd ên li wê derê û têkiliya wan bi saziyên muzîkê re daynin. Di nava 40 salî de em dixwazin 40 şaxên Ma Musicê ava bikin. Me ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên Ewropayê weke armancekê danîne pêşiya xwe. Her wiha em dixwazin li Japonyayê jî şaxekî mobîl ava bikin. Malbatên li wê derê têkilî bi me re danîn û xwestin ku 30 zarokan tevlî perwerdeyê bikin. Kurd li ku derê bin em li wir in. Em bi dirûşma 'Li her derê muzîk, ji bo her kesî muzîk' tevdigerin û divê li her derê xwe bigihînin Kurdan."