Kampa folklorê diyarî Mazdek Ararat hate kirin

Kampa Govendê li Elmanyaya Başûr bi tevlêbûna 70 govengeran pêk hat. Kamp diyarî hunermend û milîtanê azadiyê Mazdek Ararat hate kirin.

TEV-ÇAND her sal Kampa Govendê li dar dixe. Îsal jî di navbera 21-29’ê Kanûna 2019’an de li Elmanyaya Başûr kamp hate lidarxistin. Di kampê de govendên Semsûr, Qoçgirî, Botan û Amedê hatin gerandin. Di kampê de dersên rîtim, cil û bergên neteweyî jî hate dayîn.

Govendgerên mezûn bûn jî dersên govenda Bedlîs, Xinis û Wêranşarê dîtin. Her roj li ser dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, şerê taybet, heqîqet û azadiyê de jî semîner hatin dayîn.

Di dersa dawîn de rewşa dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.

ÇALAKIYA BIBÎRANÎNA MAZDEK ARARAT

Ciwanan hunermend Mazdek Ararat (Omer Bagci) jî bi bîr anîn ê ku di 13’ê Îlona 2019’an de li Rojava di qezayeke trafîkê de rehmet kiribû. Di vê çalakiyê de qala jiyan, têkoşîn û hunermendiya Ararat hate kirin.

KONGRE Û ŞEVA MORAL

Di roja dawîn a kampê de serdema 2019’an hate nirxandin û plansazî hatin kirin.

Çalakiya moral jî êvarî hate kirin. Polên sêyemîn û çaremîn skêceke 30 deqîqeyî amade kirin. Piştre ciwanan stran strandin û govend gerandin. Di dawiya şevê de sertîfîkayên ciwanan hate dayin.

Piştî axaftinan şeva moralê bi dawî bû.