Ji kolanan heta saziyan, êrişa li ser Kurdî -3

Sûbaşi: Ne bawer im ku li devereke din a cîhanê rewşeke welê ecêb hebe. Ders hemû di pratîkê de bi Kurdî ne, lê belê tez wê bi Tirkî bê nivîsandin.

Piştî ku eşkere bû li beşa Wêje û Zimanê Kurd a li Zanîngeha Dîcleyê zimanê perwedeyê û tez bi Tirkî ye, zanîngehê hem diyar kir ku ev yek êrişeke, hem jî îdîa qebûl kir. Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi ev pêkanîna ku xizmetê ji asîmîlasyona Kurdî re dike, nirxand.

Sûbaşi bi bîr xist ku niha li şeş zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hene û got, "Ji bilî Zanîngeha Dîcleyê, li zanîngehên din hemûyan ji roja ku beşên Ziman û Wêjeya Kurdî vebûne û vir ve ders bi Kurdî tên dayin, tez jî bi Kurdî tê nivîsandin. Lê belê li Zanîngeha Dîcleyê ders di pratîkê de bi Kurdî ne, lê destûr nayê dayin ku tez bi Kurdî bê nivîsandin. Yanî rewşa li Zanîngeha Dîcleyê rewşeke nû nîne; ji roja ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebûye û vir ve li Zanîngeha Dîcleyê destûr nayê dayin ku tez bi Kurdî bê nivîsandin.

Ne bawer im ku li devereke din a cîhanê rewşeke bi vî rengî ecêb hebe. Ders hemû wê di pratîkê de bi Kurdî bin, lê belê dawiya dawî tez jî ji neçarî bi Tirkî bê nivîsandin. Çima dibêjin dawiya dawî? Ji ber ku ez bi gelek xwendekaran zanim ku tezên xwe yên lîsansê yan jî doktorayê bi Kurdî nivîsandine, parastina teza xwe bi Kurdî kirine, lê belê piştre neçar mane ku vê yekê wergerînin Tirkî û bi vî rengî radestî zanîngehê bikin. Ev rewşa ecêb a li Zanîngeha Dîcleyê êdî bi aqil û zanistiyê nikare bê vegotin."

Sûbaşi bi bîr xist ku bi ragihandina Rewşa Awarte re bi sedan saziyên ku li ser çand û zimanê Kurdî dixebitin hatin girtin, ceza li gelek mirovan hate birîn û got, "Ji ber vê yekê bivê nevê karên ji bo çand û zimanê Kurdî dihatin kirin rawestiyan. Lê belê bandora neyînî ya vê yekê hate şikandin. Em dikarin bêjin ku dema bê wê pêşketinên mezintir li vê qadê bibin."

Sûbaşi ragihand ku zimanê Kurdî roj bi roj li qada akademîk bi pêş ve diçe û got, "Mînak, li Rojava, li Başûr li dibistnaan bi Kurdî perwerde tê dayin. Ev yek jî derfetên pêşketinê li her qada jiyanê û li qada zanistiyê ji bo Kurdî diafirîne. Her wiha weşangeriya Kurdî jî bi pêş ve diçe. Bi dîtina min bandora van pêşketinan wê dema bê zêdetir bibe."