Ji bo pişgiriya Rojava li Hagen û Duîsburgê meş hatin lidarxistin
Ji bo pişgiriya Rojava li Hagen û Duîsburgê meş hatin lidarxistin
Ji bo pişgiriya Rojava li Hagen û Duîsburgê meş hatin lidarxistin
Komkujiya ku ji aliye çeteyên El Nusra bi alîkiriya dewleta Tirk li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tên kirin, li bajarê Almanya Hagen û Duîsburgê bi meş û mitingê hat şermezarkirin.
Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarên Hagen û Duîsburg a Almanyayê komkujîya ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tên şermezarkirin û piştgirîya xwe dan gelê Rojava.
Meş li bajarê Hegen duh êvarî saet di 17.00'an de li navendên îstasyona trênê dest pêkir. Meşvanên ku nezî 2 seatan li navenda bajêr meşiyan û şûnde li ber komeleya çanda Kurd hatin gel hev û li wir mîtîngek li darxistin. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD û YPG hilgirtin û bê navber diruşmên “Bijî Serok APO, bijî berxwedana YPG” û “El Qaîde ji Kurdistanê derkeve” hatin avêtin.
Ji nunerên PYD Ahmed Kobanî axivî û dest nîşankir ku gelê Rojava di nava berxwedanek mezinde ye û wiha berdewamk ir: “Tu hêz wê nekaribe me ji ser axa me derbixwe. Em ji bo rûmeta xwe şer dikîn. Ji ber vê jî azadiya Rojava, azadiya Kurdistanêye. Ji bo vê jî pêwiste hemû kes xwedî li Rojava derbikevê.” Sazî û rêxistinên Die Linke, MLPD û partîyên çepgirtî, disa AGîF û sazîyên Elewiyan piştgirî dan meşê.
Meşa ku li bajarê Duîsburg dest pê kir li ber îstasyona trênê seat 16.00’an de dest pêkir û li navenda bajêr bi mîtîngekê bi dawî bu. Meşa ku ji alîyê yêkitiya hêza yekgirtî a demokratik û partîyên çep ve hatî bi rêxistin kirin bi sedan kes tevlibun. Di meşêde bê navber li dijî çeteyên El Nusra diruşme hatin avêtin û bi pankartên hatin hilgirtin şoreşa Rojava hat silavkirin. Axaftinên ku li vir hatin kirinde şer û êrîşên li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin û bangewazî li Tirkiyê hat kirin ku alîkiriya xwe ji çetan bikişîne.