Li konê sersaxiyê yê Mihemed Zekî Çelebî soza Kurdistaneke azad hate dayin

Li Silêmaniyeyê li taxa ku Mihemed Zekî Çelebî lê şehîd hate xistin, konê sersaxiyê hate vedan. Şêniyên Silêmaniyeyê û yên Bakurê Kurdistanê serdana kon dikin, sersaxiyê ji malbatê re dixwazin.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, ji bo karsazê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ku 3 roj berê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan.

Kon li taxa Bextiyarî hate danîn, ku Mihemed Zekî Çelebî lê hate qetilkirin.

Di serî de xizmên malbata Mihemed Zekî Çelebî û Kurdên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin, şêniyên Silêmaniyeyê serdana konê sersaxiyê dikin.

Di nava kesên serdana konê sersaxiyê kirin de şandeyên KNK û HDP'ê jî hebûn.

Bi navê HDP'ê parlamenter Mûazzez Orhan û Îmam Taşçier sersaxî ji malbata Çelebî re xwest.

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan li binê kon axivî û xwest ku kujer tavilê bê dîtin û darizandin.

Şandeyek ji Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî serdana kon kir û sersaxî ji malbatê re xwest.

Bi navê şandeya Wargeha Mexmûrê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Filîz Bûdak axivî û diyar kir, ku Mihemed Zekî Çelebî ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir hat Başûrê Kurdistanê û got, "Li vê derê jî bi çete, MÎT û ajanên xwe li pey hevalên me ketin heta ku bi awayekî fîzîkî ji nava me birin. Her şehîdek soza me ya tolhildanê nû dike, her şehîdek mîna find û çirayek rêya me ronî dike, ji bo me dibe hêzek. Em soza tolhildana wan didin, soza avakirina Kurdistaneke azad didin."

Li konê sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mihemed Zekî Çelebî hatin daliqandin.

Girseya gel sersaxî ji malbata Çelebî re xwest û dirûşma "Şehîd namirin" qîriya.