Şervanên YBŞ'ê yên şehîd bûn bi merasîmekê hatin veşartin

Ji bo fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û sê hevrêyên wî ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê şehîd bûn, merasîmek pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Çileyê roja Şemiyê saet 10:40'î de li gundê Dugirê êrişêke hewayî kiribû.

Ji ber êrişê yek ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ'ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo her çar şervanan Pêncşemê merasîma cenaze pêk hat. Merasîm li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedana li Şengalê hate lidarxistin.

Di merasîma girseyî de nûnerên eşîrên li herêmê û fermandarên leşkerî jî amade bûn. Sê ji cenazeyan li goristanê hatin veşartin. Cenazeyê şervanê YBŞ'ê Hemîd Şengalî jî li ser daxwaza malbata wî êvara Çarşemê hatibû veşartin.

Dewleta Tirk ji par ve gelek caran êrişî Şengalê dike. Di 19'ê Cotmeha 2019'an de bombe li qadên sivîlan ên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandibû. 19'ê Mijdarê jî bi balafirên şer ên bêmirov bombe li Xanesorê hatibû barandin û 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran piştre jiyana xwe ji dest da bû. Balafirên şer ên Tirk di êvara 5'ê Mijdarê de jî 3 caran bombe li herêma Barê ya Şengalê barandibûn. Di bombardûmana 4'ê Mijdarê de jî li Xanesorê 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûbûn.