Hunermendên Kurdên Êzidî xwe bi navê NÇÊ bi rêxistin kirin

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî, kongreya xwe ya 5. li dar xistin û biryar dan ku xwe bi navê Navenda Çanda Êzidiyan bi rêxistin bikin.

Kongreya 5. a Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî, 3'ê Cotmehê (roja Yekşemê) li bajarê Lohne yê Elmanyayê pêk hat.

Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Elmanya û gelemperiya Ewropayê û ji Rûsyayê 67 kes weke delege tevlî kongreyê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hozan Xemdar axivî û li ser karên platformê yên du salên dawî agahî da. 

Di encama nîqaşan de biryar hate dayin ku Hunermendên Kurdên Êzidî li şûna platformê xwe ji niha û pê ve bi rengê navendê bi rêxistin bikin û bi vê armancê navê Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî weke Navenda Çanda Êzidiyan (NÇÊ) hate guhertin.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin, rêveberiyek ji 13 kesan hate hilbijartin û ji bo dema pêş biryarên girîng hatin standin.