Hunermendên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî konserekê li dar dixin

Hunermendên Kurd wê ji bo yekîtiya neteweyî li Stockholmê konserekê li dar bixin.

Hunermendên Kurd ji bo tevkariyê li pêkhatina yekîtiya neteweyî bikin li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, wê konserekê li dar bixin. Wê ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî vê konserê bibin.

Wê Şivan Perwer, Mihemed Taha Akreyî, Nasir Rezazî, Narîn Feqe, Xelîl Xemgîn, Nejmedîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dêrsimî, Kejal Ademî, Hoşyar Hama Farag û Marîwan Safadîn konserê bidin.

‘ZEMÎNA ME YA HEVPAR: YEKÎTÎ YE’

Hunermend Armanc derbarê çalakiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hunermendên Kurd wê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî hin çalakiyan li dar bixin. Armanc bal kişand ser vî tiştî ku konsera pêşîn li Swîsreyê, ya duyemîn li Elmanyayê hatiye lidarxistin û ew ê ya dawîn jî li Hewlêrê were lidarxistin.

Armanc bal kişand ser vî tiştî dibe ku fikr û nêrîna hunermendên Kurd ji hev cihê be lê zemîna wan a hevpar pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd e û got ku “Divê em cihêtiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek.”

Konser di 23’ê Sibatê de saet di 14.00’an de wê li Solna Hallenê were lidarxistin.