Hunermendên Êzidî tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin

Hunermendên Êzidî û Navenda Çanda Êzidxanê bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya saziyên Ewropayê şermezar kirin.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê hunermendên Êzidî û Navenda Çanda Êzidxan li ser grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşandin.

Li ser navê Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Hozan Xemdar axivî û diyar kir ku ew ê tecrîdê bişkînin.

Piştre Gulê Amed daxuyaniya NÇÊ xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di sala 1999’ande hatibû dîlgirtin. Ev 20 sal in di bin tecrîdê de ye, bi cezayên dîsîplînê û her awayî, faşîzma dewleta Tirk hewl dide vîna bi rêxistinkirî û azad bide şikandin. Ji bo ku fikra Rêber Abdullah Ocalan belav nebe û bi civak û gelan re nebe yek, serî li hemû hovîtiyan dide.

Bi gelek hevkarên navdewletî di sala 2014' dan fermana Şengalê pêk anî, di nav 4 salên bihûrî de bi gelek êrîşên hewayî hewl da vê vîna azad ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan me Êzdiyan bi dest xistiye, bide şikandin.

Pêşengê Civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bi heman komployê navneteweyî di 15'ê Tebaxa 2018'an bi hovane hate qetilkirin. Em şagirtiyên Mam Zekî Şengalî bi biryardayinek xurt soza ji bo pakrewanan dubare dikin.Di kesayete Mam Zekî şengalî de, em ê ala cangoriyên xwe bi çand û hunera azad her tim bixemilînin.

Saziyên ku xwedîgiravî mafên mirovan diparêzin di serî de Netewên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) li hemberî kiryarên faşîzma dewleta Tirk bêdeng in. Li hemberî vê bêdengiyê em ê nebin temaşevan.

Rêzdar Leyla Guven di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de d roja 112’an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Rewşa çalakgerên li Strasboûrgê yên li Hewlerê di heman xeteriyê de ne. Lê tevî xeteriya tendirustiyê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Em bang li CPT, li Netewên Yekbûyî, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikin, demildest ji bo rakirina tecrîta girankirî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyartî û erkên xwe rabin. Nebin hevkarên sûcên mirovahiyê!”