Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir
Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir. 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn. Kongre wê du rojan bidome.
Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir. 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn. Kongre wê du rojan bidome.
Kongreya Awarte ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) destpê kir. Kongre wê du rojan dewam bike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji welatên Emerîka, Japonya, Kanada, Awûstûralya û Ewropayê 300 delege, bi dehan partiyên siyasî, nûnerên sazî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û pêşeng beşdarî kongreyê bûn.
KNK a ku di sala 1999’an de damezrandina xwe ragihand, 26 sal in di navbera Kurdan de xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û hevkariyê didomîne. Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn de nirxandina meseleyên neteweyî, pêşxistina pêşniyarên ji bo çareseriya hevpar û biryarên stratejîk ên ji bo siberojê tên armanckirin. Kongre bi sirûda neteweyî Ey Reqîb destpê kir.
Piştre kongre bi axaftinên vekirinê yên endamên KNK’ê Refîk Gefur û Dilşah Osman dewam kir. Refîk Gefur kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan û endamê KNK’ê damezrînerê PJAK’ê Hecî Ehmed bi bîr anî. Gefur anî ziman ku xebatên KNK’ê yên 26 salan pir bi qîmet in.
Dilşah Osman jî destnîşan kir ku di navbera saziyên Kurdan de li qadên jin, ciwan, dîplomasî û siyasî xebat tên meşandin û got, “Îro weke gel em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û divê ev pêvajo rast were rêvebirin. Divê gelê Kurd li her çar parçeyan bibe yek deng.”
Piştre Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeynep Murad jî axivîn.
Zeynep Murad delege silav kirin û ev tişt got: “Em ketin pêvajoyeke nû. 27’ê Sibatê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ev pêvajo destpê kir. Divê gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ji ber ku ev demeke pir girîng e. Divê em destkeftiyên Başûr û Rojava biparêzin. Weke gelê Kurd divê ji vê pêvajoya nû re amade bin. Divê hemû partî û hêz bibin yek.”
Ahmet Karamûs jî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê hem ji bo parastina destkeftiyan konjenktorek nû hatiye avakirin, hem jî rîskên nû jî hene û geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand. Karamûs got, “Pêvajoya ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan destpê kir, pir girîng e. Ev bang ne tenê ji bo pirsgirêkên rojane, di heman demê de xîtabî lêgerînên çareseriyê yên ji bo siberojê jî dike. Di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya hemû partî û parçeyan heye.”
Piştî axaftina Karamûs, li Kongreyê dîwan hate hilbijartin. Rebwar Raşîd, Midya Abda, Rojîn Mukreyen, Şêx Şemal û Yakup Mîrza ji dîwanê re hatin hilbijartin.
Piştre têkildarî dîrok û armanca damezrandina KNK’ê, belgesel hate temaşekirin.
Kongre bi axaftina beşdaran dewam dike.