Hunermendên Êzidî kongreya xwe li dar xistin

Hunermendên Êzidî yên Navenda Çanda Êzidxan îro li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xistin.

Hunermendên Êzidî yên li her çar parçeyên Kurdistanê, Şengal û Kafkasyayê tevlî kongreyê bûn.

Hunermendan di kongreya xwe de şoreşa Rojava silav kirin û banga yekîtiya gelê Kurd kirin. Di kongreyê de berdevkê NCÊ Hozan Xemdar axivî û got ku “Divê em hunermend rola xwe bi cih bînin. Ne bi tenê di muzîkê de, divê di warê sînema û şanoyê de jî xizmeta gelê xwe bikin.”

Hozan Xemdar di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û diyar kir ku ev dûmahîka berdewama komploya navneteweyî ye.

Di kongreyê de rapora xebatan a salekê hate xwendin û li ser wê nîqaş hate kirin.

Di kongreyê de koordînasyonek hate hilbijartin a ku 10 kes tê de cih digirin. Ev koordînasyona wê li herêma Bîelefeld, Wesel, Bremen, Hannover, Celle, Gîesen û Emerîckê komîsyonan ava bike.