Hunermend Sîpan Xelat: Divê bi berhemên xwe dagirkeriyê tehşîr bike

Hunermend Sîpan Xelat ê bang li hunermend û rewşenbîran kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê destekê bide got: “Divê berhemên çandî, êdî xizmetê ji bo yekîtiya netewî bike. Divê ev berhem dagirkeriyê tehşîr bikin."

Hunermend Sîpan Xelat, êrîşên li ser temamiya Kurdistanê, helwesta hunermend-rewşenbîran û dîsa helwesta raya giştî ya navneteweyî ya li ber êrîşan, hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeriyê, bangên ENKS’ê yên vegera Efrînê ji ANF’ê re nirxand.

‘HUNERMEND, REWŞENBÎR Û HER BEŞÊ CIVAKÊ DIVÊ BIBIN XWEDÎ HELWESTÊN ZELAL’

Xelat bal kişand ser helwesta hunermenda a li dijî êrîşên dagirkiriyê û ev nirxandin kir: “Dagirkeriya Tirk ji Bakur bigire heta Şengal, ji Başûrê Kurdistanê bigire heta Rojava û li her cihê Kurd lê ye bê navber êrîşan dike. Divê çi li hundir û çi jî li derveyî welat, hunermend û dîsa kî/ê çi karî dike bila bike, ji kûrahiyê ve êrîşên dewleta Tirk bizane, rastiya encamên bi xwe re bîne bizane.

Armanca esasî dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Bi taybet li ser Şengal û Rojav bi rêbazên şerê taybet di nava civakê de bê ewlekarî ava dike. Dixwazin welatî terka welat bikin. Di nava civakê de sîxûran ava bike.

Taybet divê hunermend û rewşenbîr hemû beşên civakê yên çar parçeyên Kurdistanê, li dijî şerê bi çek û rêbazên şerê taybet ê li ser proejay Netewa Demokratîk, bibe xwedî helwestên zelal û vekirî. Divê hunermend li dijî êrîşan bibe xwedî helwestên zelal.

Dıvê hemû xebatên çand, stran, muzîk û berhem ji bo xizmeta yekîtiya netewî bin. Divê ev berhem dagirkeriya li dijî gel tehşîr bike. Divê bibin rengê hunermend û rewşenbîran. Dema gel guh bide berhemenk an jî bibîne, divê rewşa em têde bizen. Divê êrîşên li ser me tên kirin bizane. Dema hunermend li ser vê yekê berhemên xwe pêşkêş bike, wê bandorek mezin çêbike.”

Hunermend Span Xelad anî ziman ku niha gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedanek mezin dike. Xelak diyar kir ku ji bo ev şer raweste gelek alî bang dikin, lê ev helwest kêm in û got: “Ev daxuyanî tenê li gotinê dimîne. Ev helwest tenê li ser çapemeniyê dimîne. Helwestek welê nayê dayîn ku êrîşên dewleta Tirk bidin rawestandin. Divê helwestek pratîk a raya giştî ya navneteweyî hebe.”

‘YÊN ŞERÊ HEBÛN Û NEBÛNÊ DIKIN, GERÎLAYÊN AZADIYÊ NE’

Xelat qala hevkarî, êrîşên PDK’ê û veguhestina hêzan ya qadên gerîla jî kir û wiha pêde çû: “Ew di nava xiyanetê de. Li dijî gel di anva xiyanetê de ye. Êrîş û tevgera dagirkerî heman demê li dijî wan e jî. Divê vê rastiyê bibîne. Bi salan e dijmin pêşmergeyan bikar tîne. Divê bizanin ku ev şer ne li dijî PKK’ê û gerîla ye. Divê vê baş bizanibin.

Yên li dijî dagirkeriyê şerê man û nemanê dikin, çand û destkeftiyên Kurdan diparêzin, gerîlayên azadiyê ne. Niha li wir berxwedanek bê hempa heye. Gerîla ne tenê ji bo parçeyekê, ji bo çand û jiyan hebe şer dike. Ev şer li dijî çand, ziman û hebûnê ye. Dixwazin vê ji holê rakin.Her kes dizane ku eger gerîla û PKK nebe, ne hikûmeta Başûr û ne jî PDK û pêşmerge dimîne. Fermandarên pêşmerge divê nekevin xefletê. Divê bizanin ku dagirkeriya Tirk li dijî hemû Kurdan e. Li dijî çanda Kurdan e. Çi pêşmerge, gerîla, çi Hikûmeta Başûr, Rêveberiya Xweser a Rojava, Rêveberiya Xweser a Şengalê be, li dijî gelê Kurd e, dixwaze tine bike. Divê Fermandarên Pêşmerge û rêveberiya Hikûmeta PDK’ê vê bibîne.Divê vê helwesta hunermend, rewşenbîr û gelê Kurd, bibînin, guh bidin vê hewarê.Divê gav bi şûn ve bavêjin, divê gel dewleta Tirk li dijî gerîla û gel şer neke.”

‘GOTINÊN ENKS’Ê DEREWIN’

Hunermend Sîpan Xelat bal kişand ser talan û qirkirina piştî dagikirina li Efrînê û got: “Demografiya Efrîn da guherîn. Gelê ku bi salan weke xwişk-bira bi hev re dijîn, hewl didin belav bikin. Kesên ji deverên cuda anîn û tevlî xwecihiyên herêmê bûn û wisa dixwazin bihelînin. Bi taybet a li Efrînê tê kirin ev e. Niha gelê li Efrînê mîna ku pê li mayînekê kirî dijîn, nediyare bê ka wê kengê biteqe. Li Efrînê gel wiha dijî.

Xelat bangên ENKS’ê yên ji bo vegera Efrînê jî nirxand û got: “ENKS di dîrokê de ev kiriye. Ev Kurdên teslîmbûne ye. Çima yek ENKS’yî diçe Efrînê tiştek nabe? Nayê girtin. Divê ev baş bê zanîn. Dibêjin bila gel bên tiştek nîne.

Banga min ji bo gelê Efrînê ev e; propagandaya vegera Efrînê derew e. Li ciheke çete û dagirkeriya Tirk lê be wê çawa mirov lê bijî û ewle be? Ma gelo yên em ji Efrînê derxistin ne çeteyên dewleta Tirk bûn? Çawa vegerin himêza yên bi sedan ciwan û dayikên me qetilkirin û em koçber kirin? Divê her kes vê rastiyê bizane; ya ENKS dibêje derew e. Yên vê dibêjin xwe teslîm kirine. Yên diçin Efrînê gel çeteyan, ji xwe teslîmî wan bûne. Ji xwe bûne ew. ENKS dibêje; ‘teslîmyetê qebûl dikin.’ Niha dixwazin gelek bi rûmet dijîn teslîm bigirin.

Divê gelê me ji her demê ji bo Yekîtiya Netewî ya Kurd kar bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir kar bike. Xebatên xwe zêde bikin, dewlemend bikin ku vê pêvajoyê bigihînin serketinê.”