Bilûr, heta niha weke enstrumaneke şivanan hatiye nasîn û bi gotinên pîpikê henek pê hatine kirin. Her wiha bi flûtê ya rojavayê tê tevlihevkirin. Bilûr, heta van rojan hatiye û di orkestrayan de bi hezkirin tê guhdarkirin. Niha jî bûye enstrumaneke lêxistinê ya hemdemî. Li ser Çiyayê Çilî, li hemberî Birça Bizinan û jêrî wê jî Pira Deh Derî û Çemê Dîcleyê, huner û çandeke bi qasî bircên Amedê û Pira Deh Derî kevnar ji bilûra ciwanê bi navê Rêber Soyler (31) difûre. Soyler, pişta xwe daye Birca Bizinan, ji jêr ve jî li Pira Deh Derî dinêre û li kêleka wî ji çanteyê wî yê bilûran ku bi dehan bilûr tê de hene, ji kûrahiya dilê xwe li bilûrê dixe.
HEM BILÛRVAN, PALE Û HEM KARKER
Ev bi hezaran sale ev çanda ku bûye awaza gelek hestan li gel Çemê Dîcleyê û dengê çûkan diherike. Li vê qadê her demsalek gelî, newal û qeraxên Çemê Dîcleyê bi rengên curbicur ên efsûnî dixemilîne û bala mirovan dikişîne ser xwe. Her wiha bircên Amedê bi bedewiyeke bêhempa dilê mirov dagir dike, bi xweşikbûna xwe mirovan şad û bextewar dike. Ev ciwanê li vê buhiştê rûniştiye û li bilûrê dixe ji gundê Kufercînê ye. Hema bibêje her roj ji gund berê xwe dide vê buheştê û li vir bilûrê lêdixe. Gundê Kufercînê li herêma qerejdaxê ye û berî çendîn salan gundê Ermeniyan bûye. Rêber Soyler berî 10 salan dest bi vê hunera kevnar kiriye û dibêje, bilûr xeyalên wî yên zarokatiyê bûye. Ji ber şert û mercên jiyanê Soyler di 19 saliya xwe de dest bi bilûrê kir û bi hewldanên xwe hînî bilûrê bûye û perwerdehî ji ti kesê negirtiye. Li gorî Soyler dibêje, bav û kalên wî jî bilûrvan bûye û ew jî malbetekî hunerhez e. Soyler di heman demê de li gund paletiyê dike û bikarê gund ve jî mijûl dibe.
EVÎNEK HEZAR SALÎ
Li civata Rêber Soyler dîrok, xwezaya bêhempa Baxçeyên Hevselê û Çûkên renga reng yên di nava baxçe dene, guh didin hunera kevnar. Li her alî dengê çûkan û dengê bilûrê belav dibe. Rêber Soyler, evînek hezar salî ya xwe bi çanda Kurdan re kiriye yek û ji lûleya bilûran difûrîne. Bi bilûrê xwe berdide nav kûrahiya dilê mirovan û di nava tiliyên xwe de vê kevneşopiyê diparêze. Ji bo ku ev hunera kevnar û dîrokî neyê jibîrkirin dibêje, heta xwîn di laşê wî de bigere ew ê li bilûrê bixe û ji ciwanan xwest ku xwedî li vê hunera kevnar derkevin.
‘EVÎNDARÊ BILÛRÊ BÛM’
Soyler anî ziman ku bilûr xeyalên wî yên zarokatiyê bûye û got: “Evîna min a bilûrê ji nava malbatê tê, ji ber ku bav û kalê min jî bilûrvanek baş bû. Ez zarok bûm her demê min li bavê xwe guhdar dikir û ez evîndarê bilûra bavê xwe bûm. Di malbata me de bilûr û dengbêjî di berê de heye û malbatekî huner hezin. Ez bi derfetên xwe hînî bilûrê bûm û min qet perwerdehiya bilûrê nedîtiye. Li ser bilûrê min gelek lêkolîn kir, lê belê giştî 10 sal e ez bi awayek baş li bilûrê dixim. Ev xeyalek min ê zarokatiyê bû, lê ji ber şert û mercên jiyanê her demê bilûr taloq bû. Li gund ez paletiyê dikim û bikarê malê re jî eleqeder dibim, wextê ku dest di avêjim bilûrê û li bilûrê dixim hemû westiyabûn û êşa min xwe din aliyekê û bi vî dengê kevnar û qedîm re tenê dimînim.”
‘BILÛRVAN CELAL Û MIHEMED JI XWE RE MÎNAK DIGIRT’
Soyler da zanîn ku li herêma Amedê gelek bilûrvanên baş hebûn û wî ew jî xwe re weke mînak dîtiye û wiha pê de çû: “Li herêma me gelek bilûrvanên baş ên weke Xalê Celal û birayê wî Mihemed hebû, her du jî çûn li ser dilovaniya xwe. Bilûrvanên gelek baş bûn û lê belê wê demê nedihatin naskirin. Herdû bilûvan û her du bira ji Qerejdaxê bûn. Min her demê ew ji bo xwe weke mînak digirt û min digot, ez ê jî rojekê weke wan li bilûrê bixim. Ji bo ku ez hînî bilûrê bibim ez gelek li ser xebitim.”
‘BILÛR KURDEWARÎ YE’
Soyler destnîşan kir ku bilûr, çandeke pir kevnar e û hemû nirxên Kurdan di nava xwe de vedişêre û wiha dom kir: “Bilûr amûrekî kevnar û dîrokî ye. Li gorî dîtinên min ev çanda kevnar ji axa Kurdistanê derketiye û amûrekî Kurdewarî ye. Bilûra ku demê berê weke amûra şivanan dihat naskirin, niha di hemû beşên muzîkê de cih digre û dengek cuda dide hunerê. Bilûr xwedî giyanekî ye û ew jî giyanê min ê duyemîn e. Ez hemû hest, êş, keyfxweşî û evîna xwe bi lêdana bilûrê tînim ziman. Bilûr ji bo min amûrekî taybet û dîrokî ye. Bilûr bi dengê xwe xwe digihîne kûrahiya dilê mirovan. Dema ez li bilûrê dixim ez aram dibim û bilûr min temam dike. Di demê berê de jî di şîn, şer, evîn û çîrokan de dihat lêdan û mirovan pê hestê xwe parve dikir.”
‘DIVÊ EV ÇAND HERDEMÊ ZINDÎ BIMÎNE’
Soyer bilêv kir ku têkiliyek xurt a bilûr û dengbêjiyê bi hev re heye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez di heman demê de dengbêjiyê jî dibêjîm. Dengbêjî û bilûr hevdu temam dike. Dengbêjî çanda qedîm a gelê Kurd û dîroka nenivîskî ya Kurdan heta roja me ya îro aniye. Dengbêjî û bilûr di çanda Kurdan de nebe nabe û dewlemendiya çanda Kurdan e. Ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok û xemên me vedibêje. Di demê berê de tenê dengbêjî û bilûr hebû û Kurdan bi vê amûrê huner dikir. Weke vê serdemê ewqas amûr tinebûn. Divê bi taybet ciwan û Kurd xwedî li vê çandê derkevin û vê çandê zindî bihêlin.”