‘Huner ji bo min jiyan e’

Şêwekara jin Jûliya Adil yê ji Kerkûkê bal kişande ser wêneyên ku xêz dike û got, “Di wêneyên min de jin xwedî pêşerojeke geş in û min hewl daye ku wêneyên min dilê jinan xweş bike.”

Jûliya Adil Nîime ku jineke ciwan a ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye şêwekar e û di heman demê de li Zanîngeha Kerkûkê sala xwe ya dawî ya beşa doktoriya diranan dixwîne. Jûliya ligel ku di zanîngehê de keçek serketiye, lê ti carî rê nedaye ku zehmetiyên xwendinê bibe asteng li pêşiya hezkirina wê ya ji bo hunera şêwekariyê. Weke ku bi xwe jî dibêje; “Huner ji bo min jiyan e.”

Her wiha Jûliya bi rengekî çalak di kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl ên li bajarê Kerkûkê de jî cîh digire û ji bo xizmetê gel li bajêr bike xwebexş dixebite.

‘DI ZAROKATIYÊ DE JÎ ASTEKE MIN A BAŞ YA XÊZKIRINA WÊNEYAN HEBÛ’

Jûliya di derbarê çawaniya destpêkirina xwe ya wî karî de ji ANF’ê re axivî û got, “Navê min Jûliya Adil Nîime ye. Temenê min 23 sal e. Niha li Zanîngeha Kerkûkê di beşa doktoriya diranan de dixwînim. Dema ku zarok bûm min li dibistanê jî wêne xêz dikir û pir kêyfa min ji xêzkirina wêneyan dihat. Malbata min û hevalên min ji bo ku ez zêdetir girîngî bidim kêrhatiyên xwe timî piştevaniya min kirin û her dem hêz dane min ku ez xêzkirina wêneyan bidomînim,  heta ku gihiştim vê astê ku tevlê pêşangeha hunerî ya di asta parêzgehên Iraqê bibim. Dema ez zarok bûm, wêneyên min asteke xwe yê baş hebûn, min hemû cure hunera şêwekarî yên wek xêzkirina wêneyan li ser seramîk û firaxan, xêzkirina bi komirê daran, wêneyên bi rengê rûnî û xêzkirina wêneyan li ser xwelî ceribandiye.”

‘MIN RÊ NEDA KU CIVAK LI PÊŞIYA PÊŞKETINÊN MIN BIBE ASTENG’

Jina ciwan a hunermend Jûliya bal kişande ser bandora civakê li ser xwe û wiha pêde çû; “Ji hêla civakê ve pêşiya min nehat girtin, lê bi awayeke giştî li civaka Kerkûkê zêdetir girîngî didin xortan ku tevlê pêşbirkê, pêşangeh, festîvalan bibin. Her wiha gera li derveyî parêzgehê ji bo keçekê ne tiştekî hêsan e, lê min ti carê nehiştiye ku sedema ‘ji ber ku ez keçim’ bibe asteng li pêşiya karên min. Ji bo wê jî ez timî tevlê pêşangehan bûme. Ti carî min girîngî neda rexne û gotinên civakê yên ku bibin asteng li pêşiya pêşketinên min.”

‘KARÊ MIN Ê DOKTORÎ BEŞEK JI KARÊ MIN Ê HUNERÎ YE’

Jûliya di beşek din a axaftinên xwe de îşaret bi têkiliya di navbera xwendina ji bo doktoriya diran û şêwekariyê kir û got, “Çi dema ku konferansek taybet bi doktortiya diranan bê lidarxistin, min karên xwe yên hunerî ligel xwe biriye û nîşan daye. Min wêneyê organên bedena mirov wek dil, diran û hwd xêz kiriye. Li gorî min doktortiya diranan cureyek hunera estetîkê ye. Lewma dikarim bêjim ku her du karê doktorî û yê şêwekariyê bi hevdu ve girêdayî ne.”

‘HEZ DIKIM KU PIŞTEVANÊ KÊRHATIYÊN KEÇÊN BAJARÊ XWE BIM’

Şêwekar Jûliya qala kesên ku piştevaniya wê kirin ku di karê hunerî de zêdetir pêş bikeve kir û axaftina xwe wiha domand; “Dem min rûpelek înternetî ji bo nîşandayina berhemên xwe yên hunerî vekir, gelek kes bi rêya têbînî û peyamên xwe yên erênî piştevaniya xebatên min ên hunerî kirin. Ev yek bû sedem ku zêdetir li ser xwe pêşxistina di karên hunerî de tekez bikim. Yek ji armancên min ev e ku cihek taybet vekim da ku keçan fêrî şêwekariyê bikim û pêşangehan ji wan re vekim. Çawa ku malbata min piştevanê min bûn ez jî hez dikim ku piştevanê keçên bajarê xwe bim.”

‘CIHÊ SERBILINDIYÊ YE KU MIN KARIYE BI WÊNEYÊN XWE RÛYÊ BAJARÊ XWE XWEŞIK BIKIM’

Jûliya destnîşan kir ku wê cara yekemîn li ser dîwarê zanîngeha lê dixwîne wêne xêz kiriye ku bi qasê hefteyekê li ser dîwar û erdê zanîngehê wêneyên taybet bi doktoriya didan xêz kiriye û wiha axaftina xwe domand; “Ev yek ezmûna min a yekemîn a xêzkirina wêne li ser dîwar bû. Hesteke pir cuda bû ji bo min ku li qadên giştî wêne xêz bikim û wêneyên min neyên reşkirin û gelek kes bikarin bibînin. Her wiha bi çend rêxistinan re ez tevlê xêzkirina wêneyan li ser dîwarê nexweşxane, kolan û pirên li bajarê Kerkûkê bûme. Cihê kêyfxweşî û serbilindiyê ye ku min kariye bi rêya xêzkirina weneyan rûyê bajarê xwe xweşik bikim.”

‘DI WÊNEYÊN MIN DE JIN XWEDÎ PÊŞEROJEKE GEŞ IN’

 Jina ciwan û hunermend Jûliya bal kişande ser nîşandayina êş û pirsgirêkên jinan a bi rêya wêneyan û ragihand; “Min hewl da ku hestê jinan û keçan ku bi êş û azarên ku di jiyana rojane de pêre rû bi rû dimînin xêz bikim. Heta hewl didim ku hestên xwe di wêneyan de nîşan bidim. Min her tim hewl daye ku wêneyên jinan bi şêweyekê xêz bikim ku xweşbîn û pêşerojeke wan hebe. Her wiha tiştên ku wê wana kêyfxweş bike bikişînim. Min hewl daye ku di wêneyên xwe de tiştên bedew xêz bikim ku bibe sedemê kêyfxweşiyê ji bo jinan. Lê wêneyên min ên ku êşa jinan jî nîşan dide hene, weke mînak yek ji wêneyên min xêzkirî heye ku min têde hemû êş û azarên di nav dilê jin de raxistiye berçavan.”

‘HUNER JI BO MIN JIYAN E’

 Şêwekara jin a ciwan Jûliya Adil Nîime axaftina xwe bi van daxwaz û bangê bi dawî kir; “Li gorî min her kes di pîşeyekê de ku ji dil ve pê girêdayî ye dixebite, ew di wê mijarê de hunermend e. Tenê xêzkirina wêneyan huner nîne, belku pir pîşe hene ku huner in. Ji bo min huner jiyan e. Ne tenê hezkirin û sûdgirtina ji demên vala ye, berevajî huner yekane tişta ku hewl didim di tevahî aliyên jiyana xwe de li ser bixebitim.”