HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armanca şehîdan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad pêk bînin."
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armanca şehîdan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad pêk bînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Hevrêyên me Heqî, Zinar û Rêber 18’ê Çileya 2025’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Zarokê leheng ê Amedê hevrêyê me Heqî, heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî neda û bêyî ku kêliyek jî dudilî bibe navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me yê ku hem di şer de û hem jî di jiyanê de bi tevlîbûna xwe ya bi moral bû milîtanekî mînak, wê her tim bi fedakarî û helwesta xwe ya dilnizim were bi bîr anîn. Hevrêyê me yê ku milîtanê fedayî ye û di şert û mercên herî zehmet de gerîlatî kir, ji bo jiyanîkirina felsefeya Apoyî kedeke mezin da.
Hevrêyê me Zinar piştî ku pir ji Şoreşa Rojava bandor bû û cihê xwe di refên me yên têkoşînê de girt, paradîgmaya Rêbertî ji bo xwe esas girt. Hevrêyê me ji roja ewil a tevlîbûna xwe heta şehadeta xwe di xeta PKK’ê de kedeke mezin da û hemû erk û xebatên xwe bi serkeftî bi cih anî.
Hevrêyê me Rêber bi zîrekî, kesayeta xwe ya fedakar û bi israra xwe ya di darbe xistina dijmin de, li her qadê ku lê bû hemû erk û xebatên xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de bû gerîlayekî şareza û cihê xwe li qadên ku şer lê dijwar e girt, di tîmên araziyê yên bi tevger de bi awayekî çalak berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi fedayiyane li ber xwe da û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Li ser vê bingehê em soza xwe dubare dikin ku xeyala Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad a şehîdên xwe pêk bînin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;
|
Nasnav: Heqî Amed |
|
Nasnav: Zinar Raperîn |
|
Nasnav: Rêber Lîce |
HEQÎ AMED
Gelê me yê Amedê ku ji jiyan û helwesta Rêber Apo û şehîdên me bandor bû, bi taybet bi berxwedana ku di pêvajoya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de pêşket re azadiyê hilbijart û bi welatparêziya xwe navê xwe li têkoşîna me nivîsand. Bi hezaran zarokên xwe tevlî refên gerîla kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Amed ku di salên 90’î de bi li hemberî kuştinên kujer diyar û şewitandina gundan bi helwesta xwe ya berxwedanê pêşengî ji bo gelê Kurd kir, her tim bû tirsa dijmin. Hevrêyê me yê ku çavê xwe li hawirdorekî bi vî rengî berxwedêr û welatparêz vekir, bi hişmendiya zêde ya welatparêziyê û exlaqa Kurd mezin bû. Bi perwerdeya ku ji malbata xwe girt û bi kesayeta xwe ya ku di hawirdora welatparêz de qezenc kir, bû kesekî mînak. Hevrêyê me yê ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û kesayetekî gihîştî bû, her tim meraqa xizmên xwe yên nêz ên di refên gerîlayan de têdikoşin kir. Hevrêyê me yê ku di dibîstanên pergalê de heta amadeyî xwend, di tememê xwe yê ciwantiyê de berxwedana li Kurdistanê ji nêz ve nas kir û lêpirsîn kir. Hevrêyê me yê ku li amadeyî beşa kompûterê xwend, her roj baştir polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê fêm kir. Ji ber ku bavê wî wefat kir, di temenekî biçûk de berpirsyarî girt. Ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike, dev ji dibîstana pergalê berda. Ji ber kesayeta xwe ya kedkar û fedakar, ji aliyê mirovan ve dihate guhdarkirin. Sempatiya wî li hemberî gerîlayan çêbû ku bi felsefe û îradeya Apoyî di şert û mercên herî zehmet de têdikoşin. Jiyana ku modernîteya kapîtalîst mirovan heps dike û cewhera mirov bi madiyatê ve girê dide, qebûl nekir. Hevrêyê me yê ku jiyanê û şerê li Kurdistanê diqewime lêpirsîn kir, bi zanebûna erkên xwe yên welatparêziyê tevgeriya. Ji bo ku cihê xwe di refên gerîlayan de bigre lêgerînên xwe zêde kir. Hevrêyê me yê ku rastî gerîlayan hat û pir bi heyecan bû, ji ber temenê xwe neçar ma vê xeyala xwe paşve bide. Piştre di pêvajoya Berxwedana Kobanê de ku li Rojava pêş ket û têkneçûyîna îradeya Apoyî ji tevahî cîhanê îspat kir, ji bo ku tevlî refên gerîla bibe tu astengî nas nekir. Di pêvajoya şer de bi zanebûna erkên dîrokî berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de tevlî refên partiya me PKK’ê bû, beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû. Pir ji têkiliiyên hevrêtiyê yên gerîla û heybeta çiyayên Kurdistanê bandor bû. Her ku jidilbûna têkîliyên hevrêtiyê ku yek ji rêgezên partiya me ye, bandor bû bi biryara xwe kêfxweş bû. Hevrêyê me ku ji pêvajoyekî tijî ya perwerdehiyê derbas bû, hem di perwerdeyên leşkerî û hem jî îdeolojîk de analîzên kûr di kesayeta xwe de kir. Her ku xwe nas kir, zêdetir girîngî da perwerdeyan. Bi tevlîbûna xwe ya moral ya ji bo perwerdeyê û daxwaza ya fêrbûnê, pêşengî kir. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir û derbasî qadên pratîkî bû, di demekî kin de li qada ku lê bû gihişt asta ku berpirsyarî bigre. Ji bo ku di hemû hirgûliyên derbarê jiyana gerîla de serwer bibe û erkên xwe li gorî pêwîstiyê bi cih bîne hewldanekî mezin da. Hevrêyê me yê ku di her mijarê de alîkarî da hevrêyên xwe û di lêgerîna xistina darbeyên mezin li dijî dijmin de bû, hevrêyên me yên fedaî ji bo xwe mînak girt. Hevrêyê me yê ku asta beşdarbûnekî fedaî raber kir û di zanebûna bendewariyên pêvajoyê de bû, pêşniyar kir ku di binesaziya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bibe. Hevrêyê me yê ku dizanîbû di pêvajoyekî ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî topyekûn dest bi êrîşan kir de divê bi tarzê fedaî beşdar bûn were kirin, ji pêvajoyekî dijwar a perwerdehiyê derbas bû. Tecrubeyên mezin ji hevrêyên xwe yên fedaî ku di pêvajoya perwerdeyê de nas kir û bi çalakiyên xwe yên fedaî bûne xewna tirsnak a dewleta Tirk, girt. Hevrêyê me bi zanebûna ku fedayîbûn cewherê PKK’ê ye, her kêliya jiyanê helwesta xwe ya îdeolojîk raber kir. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, di gelek xebatên binesaziya Hêzên Taybet de ked da. Bi hesasiyeta xwe ya di her xebatên xwe de bû xwedî pratîkekî serkeftî. Ji bo ku li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, pêşniyar kir ku biçe qada Zapê ku şer lê giran e.
Hevrêyê me Heqî ku ji tunelên şer heta tîmên araziyan her eka xwe li gorî pêwîstiyê bi cih anî, bi pêşengiya xwe ya di şer û jiyanê de bû yek ji milîtanên fedaî ku navê xwe li têkoşîna me nivîsand. Bi tarzê jiyana xwe ya sade û dilnizim, di şert û mercên herî zehmet de bû yek ji milîtanên têkneçûyî ya xeta Apoyî. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku hevrêyê xwe Heqî yê ji me re hiştiye bigihînin serkeftinê ku Çileya 2025’an di êrîşa dijmin de şehîd bû.
ZINAR RAPERÎN
Hevrêyê me Zinar li Babê li nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên cewherî ji dayik bû. Bi saya exlaq û perwerdeya ji malbata xwe wergirt, derfet dît ku di temenekî biçûk de Partiya me nas bike. Rêbertiya me yê ku bi salan li Sûriye û Rojava ma, bi kedeke mezin hişmediya demokratîk di nava gelê me de ava kir û polîtîk kir. Hevrêyê me di nava hawirdoreke wiha ya di lêgerîna dijî pergalê de mezin bû û xwîna wî li tevgera me germ bû. Hevrêyê me yê ku demekî çû dibîstanên pergalê, ji bo ku tevkarî li aboriya malbata xwe bike dev ji dibîstanê berda û gelek karan kir. Hevrêyê me yê ku tevî temenê xwe yê ciwan tu astengiyan nas nekir û di zanebûna pîroziya kedê de bû, bi kesayeta xwe ya kedkar hat naskirin. Ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me pir ji Şoreşa Rojava bandor bû ku bi kedên mezin ên Rêbertiya me û şehîdên me pêş ket. Bi taybet ji helwesta jiyan û şer ya şervanên azadiyê hêzekî mezin girt ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi ruhekî fedaî û bêyî dudilî şer kirin. Hevrêyê me yê ku ji pêvajoya şer bandor bû û xwest tevlî refên Tevgera me bibe, lêgerînên xwe kûrtir kir. Ji ber ku li Rojava projeya konfederalîzma demokratîk a Rêbertiya me jiyanî bû û ji bo hemû gelên bindest bû çavkaniya hêviyê, ev ji bo hevrêyê me bû derfeta tevlîbûna li nava Partiya me. Bi zanebûna ku tenê dikare bersiva hemû lêgerîn û nakokiyên xwe di refên têkoşînê de bibîne, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me di demekî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn û di her qadê de êrîşî destkeftiyên gelê me dikir de cihê xwe di refên têkoşînê de girt.
Hevrêyê me yê ku di sala 2000’an de li ser Rojava tevlî refên têkoşînê bû, bi zanebûna mîsyona xwe erkekî çalak rêve bir. Hevrêyê me yê ku li qada Rojava gelek ked da, ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker xwest ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, bi cih bîne pêşniyar kir. Hevrêyê me yê ku li dijî planên tasfiyekirina Tevgera me û pasîfkirina gerîla bihestyar bû, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me di demeke kin de fêrî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiya bû û bi tevlîbûna xwe ya bi coş bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me yê ku ji bo di berxwedana destanî ya ku bi saya fedakariya mezin a gerîlayan pêş ket de cih bigre israr kir, li qada Zapê ku lê derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker tê xistin, tevlî xebatên Partiyê bû. Dema di gelek xebatan de ked da, hewl da her xebata xwe li gorî pêwîstiyê bi cih bîne. Bi helwesta xwe ya li jiyanê û bi domandina perwerdeyên xwe bû yek ji hevrêyên me yên fedaî ku di şert û mercên herî zehmet de jî li ser xeta Apoyî meşiya. Hevrêyê me ji bo ku xeyalên hevrêyên xwe yên fedaî ku derbên giran li dagirkeran dan û şehîd bûn, pêk bîne li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû. Hevrêyê me bi awayekî çalak di tîmên araziyê yên bi tevger de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî hemû erkên xwe pêk anî. Wekî milîtanekî Apoyî her erka ku partiya me da, bêyî ku tawîzê bide li gorî pêwîstiyên pêvajoyê temam kir. Tu zehmetiyên demê qebûl nekir û têkneçûyîna îradeya Apoyî di şexsê xwe de şenber kir û bû xwedî têkoşînekî bênavber.
Hevrêyê me Zinar bi kesayeta xwe ya gihîşti, têkiliyên hevrêtiya bênavber û bi helwesta xwe ya zelal a di rêgezên Apoyî de, wê her tim were bibîranîn. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê xwe ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanên şehîdan bû, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.
RÊBER LÎCE
Hevrêyê me Rêber li Amedê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Bi saya perwerde û exlaqa ku ji malbata xwe girt, li gorî cewhera xwe mezin bû. Di zarokatiya xwe de derfet dît ku Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku di nava hawirdorekî welatparêz de mezin bû, di temenkî biçûk de sempatiya wî li hemberî Partiya me PKK’ê çêbû. Hevrêyê me ku 8 sal çû dibîstanên pergalê ku cihên asîmîlekirinê ne, di nava wê pêvajoyê de nakokiyan jiya. Bi taybet ji ber ku nekarî bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, fêm kir ku biyaniyê vê pergalê ye. Bertekên wî li hemberî dagirkerên ku ziman û çanda wî tune hesibandin, çêbû. Hevrêyê me yê ku şahidî ji hovîtiya dewletê ya li Kurdistanê kir, wekî her ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji bo bersiva lêgerînên xwe bibîne xwest Tevgera me baştir nas bike. Pir ji pêvajoya Berxwedana Kobanê ya Tevgera me bandor bû ku ji gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re bû çavkaniya hêviyê. Heyranê berxwedana şervanên azadiyê bû ku bi berdêlên mezin şer dikin. Hevrêyê me yê ku beşdarî bûyerên civakî yên di pêvajoya Berxwedana Kobanê de qewimî bû, ji bo demekî kin hate binçavkirin. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de şahidî ji bêtehamuliya dijmin ên li hemberî mafên herî rewa ên gelê me jî kir, têkoşîna heyî ji bo xwe bes nedît. Ji bo ku tevlî refên gerîla bibe ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, lêgerînên xwe zêdetir kir. Ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike di gelek xebatan de cih girt. Hevrêyê me yê ku di zanebûna pêkanînên dewletê ku dixwaze gelê Kurd neçarî xwe bike de bû, bi hişemdiya ku li vê pergala mêtîngeriyê nayê jiyankirin tevgeriya.
Hevrêyê me Rêber ku di sala 2021’an de li Amedê tevlî refên gerîla bû, hêzekî mezin ji suhbeta germ û jidil ên gerîlayan girt. Her ku ruhê hevpar a di têkiliyên hevrêtiyê ya gerîlayan de dît, îdiaya xwe mezin kir. Hevrêyê me yê ku xwest perwerdeya şervanên nû li qada Bakur bibîne, ji bo perwerdeya şervanên nû ku perwerdeya bingehîn a Partiya me ye, derbasî qadekî cuda bû. Hevrêyê me pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û armanc kir ku bibe gerîlayekî pispor. Di her wateyê de pêşxistina xwe esas girt. Bi taybetî bi dersên îdeolojîk re hewl da Rêbertiya me baştir fêm bike û xwest di pêvajoya şer a heyî de rolekî çalak bigre. Bi saya daxwaza xwe ya şarezabûnê ya di dersên leşkerî de, di demeke kin de pêşketîn çêkir. Tevî ku şervanê nû bû jî bi pêşketina xwe bala hevrêyên xwe kişand. Bi tevlîbûn, jidilî û hevrêtiya xwe ya samîmî bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe temam kir derbasî qadên pratîkî bû, di demeke kin de tecrube qezenc kir. Ji bo ku di çalakiyên li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe, armanc kir ku xwe di branşên leşkerî de pêş bixe. Hevrêyê me li gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û li ser pêşniyara xwe derbasî qada Zapê bû ku şer lê dijwar e û dewleta Tirk a dagirker lê şkestiye.
Hevrêyê me yê ku israr kir derfeta dîrokî ku bidestxist, baş binirxîne û taktîkên demê pêk bîne, di gelek xebatan de cih girt. Di demeke kin de li qada şer tecrube girt û bû xwedî pratîkekî serkeftî. Bi performansa xwe ya di tîmên bi tevger de, cihê xwe di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de girt. Hevrêyê me yê ku felsefeya jiyanê ya partiya me ya yek parî û yek xirqe di xwe de şenber kir û ji bo jiyanîkirina rêgezên Apoyî heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, mîrateyekî mezin ji peyrewên xwe re hişt.
Hevrêyê me Rêber di êrîşa hewayî ya di Çileya 2025’an de tevlî karwanên nemiran bû. Hevrêyê me Rêber di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 4 salan de bû xwedî tevlîbûnekî fedaiyane û her erka xwe li gorî pêwîstiyê pêk anî. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ku hevrêyê me Rêber dewrî me kirî ku navê xwe li dîroka têkoşînê re nivîsand, bi serketinê li ba bikin."