Hikûmeta Misrê, Rêxistina Biratiya Misliman betal kir
Hikûmeta Misrê, Rêxistina Biratiya Misliman betal kir
Hikûmeta Misrê, Rêxistina Biratiya Misliman betal kir
Hikûmeta Misrê, der barê Biratiya Misliman ku li welêt rêxistineke civakî ya sivîl e, biryara betalkirinê da.
Li gorî rojnameya fermî El Ahbar, berdevkê Wezîrê Piştgiriya Civakî Hany Mahana got, "Biryara Wezîr hat weşandin, lê belê dê di destpêka hefteya pêş de bi civîneke çapemeniyê were ragihandin."
Ev biryara Wezaretiyê, saziya civakî ya sivîl eleqedar dike, ku li ser rexneyên li hemberî tevgera Biratiya Misliman a ji ber tinebûna statuya wê ya huqûqî di meha Adarê de hatibû ava kirin.
Rêxistina Biratiya Misliman a di sala 1928'an de ava bû, di sala 1954'an de ji aliyê deshilatdariya leşkerî ve hebûna wê hatibû betalkirin.
Biryara hikûmetê, li demeke piştî êrîşa li dijî konvoya Wezîrê Karên Hundir Mûhammed Îbrahîm a 5'ê Îlonê rast hat. Di teqîna li qada Nasr City de Wezîr Îbrahîm bêyî birîndar bibe, rizgar bûbû.
Deshilatdariya Mûhammed Mûrsî ku ji Biratiya Misliman tê, piştî xwepêşandanên protestoyî yên bi milyonan mirovan, roja 3'ê Tîrmehê bi darbeyeke leşkerî hatibû hilweşandin. Di bûyerên bi xwîn ên piştî vê darbeyê de, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.