Hêzên Ewlekariya Iraqê êrîşî Kampa Eşrefiyê kirin: 19 kes mirin

Hêzên Ewlekariya Iraqê êrîşî Kampa Eşrefiyê kirin: 19 kes mirin

Rêxistina Mucahîdên Îranê da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê êrîşî kampa penaberan a Eşrefiyê kirine û di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmî,  îro serê  sibê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê bi çekên giran êrîşî kampa Eşrefiyê ya ku penaberên Îranê  lê dimîne kirine. Hat ragihandin ku di encama vê êrîşê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne. 

Rêxistina Mûcahîdên Îranê jî bûyer piştrast kir. 

Her wiha hat ragihandin ku di encama topbarana Hêzên Ewlehiya Iraqê de agir bi erdên şêniyên Eşrefiyê ketiye .

Li kampa mijara gotinê, beriya niha hejmareke zêde penaberên ji Îranê hebûn, lê bi veguhastina penaberan ber bi kampa Lêbirtiyê re niha derdora 100 kes li kampê dimînin.