BI DÎMEN

Hejmara Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz derket

Hejmara meha Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Kurdî û Tirkî tê weşandin, bi manşeta “Dem dema hevdîtina bi Rêbertî re ye” derket.

Hejmara meha Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz derket. Di vê hejmarê de nirxandina Rêber Apo ya bi sernavê ‘PKK’ê partiyek a Newrozê ye” derket pêş. Her wiha perspektîfên ciwanan û jinên ciwan di bin sê sernavan de tê destgirtin û bang li ciwanan tê kirin.

Di beşa ‘Şervanên Heqîqetê’ de li ser rastiya şehîdan pênc nivîsên cuda bi zimanê Kurdî û Tirkî cih girtin.

Di beşa ‘Paradîgmayê’ de jî nivîsên bi sernavên “Gelo Têgeha Sosyalîzme tê çi wateyê" û "Çiqas sosyalîzm, ewqas Azadî"  cih girtin.

Di beşên weke ‘lêgerîn û lêkolîn’ û ‘Çand-Hunerê’ de nivîsên li ser dîrok û hunerê hene.

Di beşa ‘edîtorê’ de karîkatur, danasîna belgefîlm û bîlançoya çalakiyan a du mehan a YCWK'ê cih digirin.

Hûn dikarin ji navnîşanên têkildar ên li jêr xwe bigihînin hemû rûpelên kovarê:

https://komalen-ciwan.com

https://t.me/yurtsevergenclik