Hedilî veguherîna 35 salan vedibêje
Nivîskar Kamran Simo Heilî di romana Pêjna Baranê de hişyarbûna netewî û veguherîna 35 salan vedibêje.
Nivîskar Kamran Simo Heilî di romana Pêjna Baranê de hişyarbûna netewî û veguherîna 35 salan vedibêje.
Kamran Simo Hedilî bi jiyana lehengê romanê Serdar têkoşîna li çiya û bajarên Kurdistanê yê 35 salan vedibêje.
Serdar ê ku 35 salan di nav Tevgera Azadiya Kurd de şer kirî û bi nexweşiya pençeşêrê ketî, piştî ku ji bo tedawiyê tê nexweşxanê roman dest pê dike. Li nexweşxanê muhasebeya 35 salan dike. Hedilî yê ku ji ANF'ê re axivî, got wî di romanê de geşbûna tevgera ciwanan a li Kurdistanê, avaniya sosyal a gel, di pêvajoya rêxistiniyê de nêzîkatiya li şoreşgeran û veguherînÊn di nav vê pêvajoyê de vegotiye.
TÊKOŞÎNA CIWANAN Û HIŞYARBÛNA JINAN
Hedilî got demên pêşî, ku ciwan tevlî nav tevgerên şoreşger dibûn malbat bi neyênî nêzîkatî li vê dikirin, lê yên ku di nav koma pêşeng ên PKK'ê de cih digirtin û ji wan re Şoreşgerên Kurdistanê dihatin gotin li dijî vê hişmendiya malbatan têdikoşiyan û got, ''Şoreşgerên di nav Tevgera Azadiya Kurd e cara pêşî li dijî nirxên feodal derketin. Hebûna ciwanan a di nav de her wiha dihate maneya şiyarbûna dayik û jinên Kurd. Hayjêçêbûna ji mêtingeriyê ye''. Hedilî her wiha got salên pêşî dema ku şoreşgerên jin di nav Tevgera Azadiyê de cih girtine ji ber darazên nirxên feodal ji vê şerm kirine lê piştre pê şanaz bûne ji bo ku keçên wan di nav refên gerîla de cih girtine.
PKK'Ê ŞOREŞA ZÊHNÎ KIR
Hedilî her wiha got PKK'ê li Kurdistanê ronesans û şoreşeke zêhnî pêk aniye, ev guherîn ne bi hêsanî bûye, fedekariyên mezin hewce kiriye. Hedilî got, divê gerîla ne tenê mîna komeke çekdar û şervan were dîtin û got,''Wan li çiyayan jiyaneke siyasî, felsefî û îdeolîk ava kirin.''
Hedilî got di şexsê lehengên romanê Serdar û Baran de wî hewl daye ku balê bikişîne ser fedekariyên şoreşgerên ku di ber baweriyên xwe de kirine.
GEL BÊRÎKIRINÊN XWE DIGOT
Hedilî şerê pêşî yê di navbeyna şoreşgerên Kurdistanê û polîsan de kir ku gel bibe xwedî hişmendiyekê û bi xwe bawer be û got, ''Di şerekî biçûk de jî gel ji hev re digot, şoreşgeran daye pey polîsan, polîsan xwe li qereqolê girtine lê li wir jî bi ser wan de girtine. Behsê dikirin ku Apoyiyan li bin erdê bajar aa kirine. Li bajaran nexweşxaaneyên modern avav kirine. Gel ne ya bûyî, bêrîkirinên xwe digot.''
BI BERDÊLAN MEWZÎ BI DEST XISTIN
Hedilî got Serdar û evîna wî ya zartoktiyê Bahar ji ber ku di nav şoreşê de bûne negihane hev û Bahar bi êrîşeke artêşa Tirk şehîd dikeve û wiha dibêje, ''Ciwanên Kurd ên ku evîndarên hev bûn, ji ber ku tevlî nav şoreşê bibin dev ji daxwazên xwe qeriyan. Wan evîna xw ya şexsî fedayî evîna xwe ya li gel û şoreşê kirine. Bi vê fedekariyê û berdêlan Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê mewzî bi dest xistin.''
BERHEMA 41 SALAN E
Hedilî li ser pergala Rojava ku Kurdan bi gelan re ava kiriye, jin pêşengiya wê dikin, a feminîst, wekhevîxwaz û ekolojîk got, berhema 41 salan e û domand, ''Di vê pêvajoyê de jinên kurd nirxên feodal hilweşandin, li Rojava û Bakurê Kurdistanê misyona ku dîrokê dayî ser wan bi ser xistine.
Hedilî her wiha got di romana xwe de zehmetiyên li cografyaya Kurdistnaê, zehmetiyên ku gerîla zivistanê dijîn û ji bo ku heq ji vê derkevin, afirîneriya wan jî vegotiye.