Gardiyanan li cem parêzer êrîşî girtiyê binavê Kocaman kir
Gardiyanan li cem parêzer êrîşî girtiyê binavê Kocaman kir
Gardiyanan li cem parêzer êrîşî girtiyê binavê Kocaman kir
Şaxa Komeleya Hûqûqnasên Hemdem a Enqereyê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale di dema hevdîtinê de girtiyê bi navê Erkîn Kocaman li cem parêzerê xwe rastî êrîşa 10 gardiyanan hatiye.
Şaxa Komeleya Huqûqnasên Hemdem têkildarî êrîşa li hemberî girtiyê bi navê Erkîn Kocaman ê di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale de dimîne daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi serenava "Li Girtîgehên Tîpa F êşkence berdewam dikin" hat weşandin de hat diyarkirin ku, Kocaman ji aliyê 10 gardiyanan ve rastî êrîşê hatiye û birîndar bûye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Êrîş li ber çavên endamê me parêzer Eylem Hakverdî hatiye kirin. Di vê êrîşa ku bi fermana rêveberiya girtîgehê hatiye kirin de dema endamê me xwestiye mudaxele bike jî hatiye astengkirin û parêzer ji cihê hevdîtinê hatiye derxistin. Hikûmeta AKP'ê girtiyên ku nikare bipelçiqîne û wan ji fikrên wan dûr bixe hewl dide bi rêya rêveberiya girtîgehan bîne rê."
GARDIYANAN LI BER ÇAVÊ PARÊZERAN ÊRÎŞÎ KOCAMAN KIRIN
Daxuyanî wiha berdewam dike: "Kocaman ê rastî êrîşê hatiye ji ber xwestiye hevdîtina bi parêzerê xwe re li cihê hevdîtinê ya bi hejmar 9 bike ku gengaz e ji bo kesekî din wan nebînin û guhdar nekin û her wiha parêzerê wî jî tevlî vê daxwazê bûye jî ev daxwaz hatiye red kirin. Ligel vê rastî êrîşa fizîkî ya gardiyanan hatiye. Di encama êrîşê de camên cihê hevdîtinê şkestine, çavê Kocaman şîn bûye û ji hin cihên laşê xwe birîndar bûye. Piştî êrîşê Kocaman bi êşkenceyê bi erdê ve hatiye kaşkirin û kirine hucreyê."
‘KOMELEYA ME DÊ LI HEMBERÎ VAN PÊKANÎNAN HEWILDANÊN PÊWÎST BIKE Û ŞOPDAR BE’
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku hevdîtîna di navbera parêzer û muwekkîl de taybet e, ji aliyê her kesî ve guhdarîkirin û temaşekirina wê li derveyî qanûnê ye û ev xal tên diyarkirin: "Desthilatdariya AKP'ê bi derewa 'demokratîkbûyînê' hewl dide êşkence, tecrîd û qetlîaman normal bide nîşandan. Em hikûmeta ku di girtîgehên Tîpa F de bi awayekî hovane êrîşan dibe ser girtiyên ku li hemberî binpêkirinên mafan li ber xwe de hişyar dikin. Di girtîgehê de ji her bûyera neyênî ya rû bide di serî de Wezareta Edaletê û Rêveberiya Tîpa F a Kirikkale berpirsiyar e. Wê komeleya me li hemberî van binpêkirinên mafan hewldanên pêwîst bike û wê şopdar be."