Festîvala Fîlman a Kurd a Barcelonayê pêk hat

Festîvala Fîlman a Kurd a 4'emîn a Barcelonayê bi beşdariyeke xurt û bi coşeke mezin pêk hat.

Festîvala 4'emîn a Fîlmên Kurd a Barcelonayê di navbera 13 û 15'ê Kanûnê de pêk hat.

Di festîvalê de fîlmên "Xwebûn", "Ax û Welat", "Rauf", "Haus ohne dach", Her mal dibistanek" û "14ê tirmehê" hatin nîşandan.

Festîval ji aliyê Platforma Azadî ya Katalonyayê û Ivardîa Prodûccîons ve hate pêkanîn.

Endamên Festîvala Fîlman a Amedê jî beşdarî festîvalê bûn û biryar wergirtin ku karekî hevbeş bikin.

Di festîvalê de her wiha pirtûka enternasyonal a "Make Rojava Green Again" hate pêşandan. Her wiha panelek jineolojiyê pêk hat.