Festîvala Dersimê bi coşek mezin didome

11’emîn Festîvala Çanda Dersim a Ewropa ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate destpêkirin di roja 2’an de didome.

11’emîn Festîvala Çanda Dersim a Ewropa ku duh di saetên şevê de li Frankfûrtê destpê kir dewam dike. Festîvala ku ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiya Dersim ên Demokratîk ên Ewropa (ADEF), Cemiyeta Jinûve Avakirinê ya Dersim, Komeleya li Dijî Qirkirina Dersimê û Spora Dersimê organîze kir û gelek saziyan destek kir, bi panelên bi sernavên ‘Di pencên qirkirina modernîteyê de şoreş’ û ‘Li Dersimê jin û ciwan’ ve destpê kir. Piştî panelê heta saetên direngî cem hate gerandin.

Di festîvalê de tim dirûşma ‘Dersim Ma Yo’ hate qîrkirin.

Piştî axaftina destpêkê Gulbang hate gerandin. Piştre jî Qoroya Zarokan a Dersimê Donanne derket ser dikê bi Kirmancî stran gerandin.

Ji bo zarokan ciheke taybet hatibû veqetandin ku demên baş lê derbas bikin.

Serokê rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan Ewropa (KYEE) Tûrgût Oker axivî û got: “Em neçarin li gel hev bin. Enceq bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin. Em ê hemû dahata vê festîvalalê ji bo Dersimê bişînin.”

Piştre jî Koma Anka derket ser dikê.

Serap Mûtlû Barak, DEDEF, Hidir Kûtlan, FEDA, ADEF, Yekîtiya Dayikên Xavik Spî, Kîvrem Erdal, Kadîr Demîr, Kemal Bulbul, Ozan Diyar, Ozlem Baglayan, Ferhat Tunç û Koma Umuda Haykiriş wê derkevin ser dikê.

Wê di festîvalê de wê daweteke bi çanda Dersimê bê kirin.