BI DÎMEN

Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Berçem Efrîn bi xelatan bi dawî bû.

Komîteya Amadekar a Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem Efrîn duh êvarî 32 komên hunerî yên ji 6 Îlonê heta roja îro beşdar bûn festîvalê bûne, xelat kirin.

Duh danê nîvro, helbestvan Xalîde Hisên û helbestvan Meryem Temir li hola Navenda Baqî Xido helbestên xwe gotin.

Her wiha bi navê ‘Çand û hunera jina, wêjeya jinan û rola Rêber Abdullah Ocalanʹ diyalogeke hat lidarxistin û ji hêla Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşê ve hate birêvebirin.

Li Qada Şehîd Egîd bi beşdariya hezaran welatiyan, hunermedn Munallah Xemîs û Nesrîn Botan konsertek lidar xist, li kêlek wê jî strand û dîlan ji hêla koma Şehîd Barîn, koma Şehîd Hêva, koma Şehîd Alaniya, koma Şehîd Delîla û koma Şehîd Nalîn ve hatin pêşkêşkirin.

Çaverê bû, hunermenda Tûnisî Amal Meslosî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî di roja 4ʹan de beşdarî festîvalê bibûna, lê desthilata PDKʹê rê neda wan ku derbas bibin. Di 2022ʹyan de Festîvala 1ʹyemîn a Şehîd Berçem Efrîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Şehîd Berçem Efrîn ji gundê Gawenda yê bajarê Raco yê kantona Efrîn û Şehbayê ye û di 1974ʹan de hatiye dunyayê. Ji bo xebatê malbatê berê xwe daye Helebê. Li wir têkoşîna Kurd û fikrê rizgariya Kurdistanê nas dikin. Bi bandorbûna malbatê Berçem di 1988ʹan de tevlî koma Agirî ya Stranan dibe û bi wê re kesayeta xwe ji aliyên fikrî, siyasî û çandî ve bi pêş dixe. Di fikra rizgariya Kurdistanê de kûr dibe. Ji lew re di 1992ʹyan de tevlî tevgerê dibe. Şehîd Berçem gelek stran mîna (Bêrîtana min) gotin. Piştî çend salan ji derxistina stranê şehîd dibe.