Festîvala Çandê ya Şehîd Genco bi dawî bû

Festîvala Çandî ya Sêyemîn a Şehîd Genco ku bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li Seyrangeha Dukan a Başûrê Kurdistanê destpêkiribû bi dawî bû.

Festîvala Çandî ya Sêyemîn a Şehîd Genco Hesekê ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TJCT) û Ciwanên Welatparêz (TCW) ve li Seyrangeha Dukan a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di serî de ciwan gelek kesên ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de peyama Komîteya Piştevaniya bi Malatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Jinên Ciwan ên Têkoşer, Ciwanên Welatparêz û malbata şehîd hatin dayîn.

Di dewama bernameya festîvalê de bi rêzê ve Koma Kevana Zêrîn derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Piştre jî Koma Govendê ya Kurdistan ku ji Şarezûr tevlî festîvalê bûbû, derket ser dikê û govend gerand.

Her wiha pişte jî Koma Şehîd Serhed, Hunermend Necim Mehemed hunera xwe pêşkêş kirin. Dîsa koma Hunere Ciwanekan, koma govendê ya Şehîd Viyan Soran, Koma muzîkê ya Mexmûr û koma sikecê ya Nexemey Deşt jî di dewama bernameyê de hunera xwe nîşan dan.

Festîval bi gerandina govendê û qirkirina dirûşman bi dawî bû.