Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ya 4'emîn di 17'ê Gulanê de destpê dike

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ji bo Festîvala Çanda Kurd a 4'emîn ku wê di navbera 17-23'ê Gulana 2025'an de li herêma Parîs û Île-de-France bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

FESTÎVALA ÇANDÊ

Çalakî wê bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, şaredariya Montereuilê, Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistan, Enstîtuya Lêkolîn û Fikrî ya li ser Kurdistanê (IREK) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) bê lidarxistin û hefteyekê dewam bike.

Bi festîvalê re wê mîrateya çandî ya dewlemend a Kurdan bê nasandin û parastin ku Kurd yek ji gelên herî kevnar ên Mezopotamyayê ne. Di bernameya festîvalê de konser, pêşangeh, çalakiyên ji bo zarokan, danasîna xwarina Kurdan ê kevneşop û gelek çalakiyên çandî hene.

Di dawiya festîvalê de jî di serî de 'Koma Ma' ya ji Amedê wê gelek hunermendê naskirî yên Kurd konserekê bidin.

Amadekaran diyar kirin ku hefteya çandê ji bo xwedîderketina li vê çanda qedîm firsendeke girîng e û banga tevlîbûnê kirin.