Festîvala 7’an a Hinar û Peyîzê pêk hat

Festîvala 7’an a Hinar û Peyîzê bi tevlîbûna 500 cotyar û kampanya li Helebce pêk hat.

Festîvala Hinar û Peyîzê ya ku weke kevneşopiyekê lê hatiye her sal tê lidarxistin, îsal jî li Helebce bi tevlîbûna 500 cotyar û kamanya destpê kir.

Festîvala 7’an li Qada Futbolê ya Navneteweyî ya Helebce pêk hat.

Deşta Şarezû û Helebce ji bo bidestxistina berhemên hinaran xwedî cihekî nav û deng e. Gelek cûreyên hinaran ên tam bi xweş in.

Ji bo wê her salê cotyar berhemên xwe yên hinaran berhev dikin. Li Helebce bi qasî 30 hezar ton salane tê berhevkirin. Festîvala Hinaran destpêka werza Peyîzê destpê dike. Di festîvalê de cothar hinarên xwe bi rengên herî xweşik pêşwazî dikin.

Her çendî festîval bi navê Festîvala Hinar tê zanîn jî, lê nêzî 500 kampanya û cothar berhemên xwe yên çandinî di vê festîvalê de pêşkêş dikin.

Dîsa di vê festîvalê de jî gelek şêwekar bi tabloyên xwe yên li ser dagirkeriya li başûrê Kurdistanê û dîsa xwezayê jî nîşan da.