'Em wê alê bi rûmetî bilind dikin'

Gerîla Şerzan Hawar li ser salvegera damezrandina PKK'ê axivî û anî ziman ku ew ala şehîdan bi rûmet bilind dikin û got, "Em ê armancên wan bi ser bixînin."

Gerîlayê HPG'ê Şerzan Hawar anî ziman, di demekê de ku pêwîstiya berxwedanê bi piştgiriyê heye divê her kes bi rol û mîsyona xwe rabe û got, "Bila kes nebêje tiştek ji destê min nayê, ez çi dikarim bikim. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Gerîlayê HPG'ê Şerzan Hawar bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ew ala şehîdan bi rûmeteke mezin bilind dikin. Şerzan Hawar got, "Armanca me pêkanîna armancên şehîdan e." Hawar diyar kir ku PKK'ê di demeke welê de ku hêviya gelê Kurd hatibû şikandin bi wezîfeyeke dîrokî rabû û destnîşan kir ku li gel êşkenceyên dewleta Tirk jî kadroyên PKK'ê li zindana Amedê berxwedaneke mezin kirin. Gerîlayê HPG'ê Şerzan Hawar got, "Hevalê Kemal Pîr piştî ku kete rojiya mirinê û hat dadgehê ji hevrêyên xwe re got, 'Me bi ser xist, em îro 6 kes in. Sibe em ê bibin bi hezaran kes û xwe bigihînin bi milyonan mirovî'. Îro Kurd, Ereb, Suryanî û enternasyonalîst bi hezaran şervan mil bi mil têdikoşin. Ev yek jî moraleke mezin dide me. Şoreşa Rojava di heman demê de nîşaneya armanca şehîdên me ye. Bêguman vê şoreşê bandor li civaka me jî kiriye. Gelê Kurd, jin, ciwan zane bûn, xwe bi rêxistin kirin û tevlî her qada vê şoreşê bûn."

BERPIRSYARIYÊN ME YÊN DÎROKÎ HENE

Hawar anî ziman ku di vê dema dîrokî de ji bo berxwedan bi ser bikeve pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye û got, "Di demeke bi vî rengî de divê her kes rabe ser piyan, bi rol û mîsyona xwe rabe. Bila kes nebêje tiştek ji destê min nayê. Wezîfeyên girîng bi taybetî dibin para jin û ciwanan. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Weke neviyên Seyîd Riza û Şêx Seîd em ê rol û mîsyona xwe bi cih bînin."