Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî şer di roja sêyemîn de ye

Çalakiya nobedê ku Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê dan destpêkirin, di roja sêyemîn de ye.

Çalakiya nobedê bi daxwaza 'Na ji şer re, erê ji aştiyê re' tê meşandin.

Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mersînê gelek Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya nobedê li ber avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya li bajarokê Tilqebînê tê meşandin.

Di çalakiyê de li ber tilîliyên dayikan dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate qîrîn. Tê payin ku çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.