Em vê qederê nas nakin!

Guney, qedera heyî ya ku dagirkeran danîbû pêşiya gelê Kurd red dikir. Bi jiyan û hunerê xwe ev yek nîşanî dinyayê da. Digot, "Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera Kurdan e. Em vê qederê nas nakin!"

Yilmaz Guney, beriya 37 salan wek sînemavanekî Kurd li sirgûnê koça xwe ya dawî kir. Ew heta roja xwe ya dawî jî ji bo filman çêke û gelê xwe li darê dinê bide naskirin, li ber xwe dide. Nexasim li sirgûnê, ew bêhtir bi Kurdbûna xwe hesiya û di her gav û kêliyê de ev anî ziman. Ne ku tenê got, ez Kurd im, wî her wiha bi Kurdan re têkileyek baş danî û ji bo wan bi rêxistin bike jî xebitî. Wî hewl dida hevdîtinên xwe hemûyan li saziyên Kurdî çêke da ku ew kes jî bizanin saziyên Kurdan jî hene û wek civakên din, ji bo hebûna xwe têdikoşin. Yilmaz Guney bi zanebûn ev gav diavêtin, ew mişext bû, ji welatê xwe dûr ketibû û dixwest dinya hemû wî wek rejîsorê Kurd bibîne û nas bike. Di her fersendê de kesên ku nedixwestin wî wek Kurd bibînin, aciz dikir û rastî digot. Rejîsorê Kurd li xerîbiyê jî bi ya xwe dikir û li pey armanca xwe bû.

RÊ PIRSGIRÊKA KURD DIDE NÎQAŞKIRIN

Guney digot, “Îro bi rêya filma ‘Rê’ pirsgirêka Kurd li her derê dinyayê tê nîqaşkirin.” Filma “Rê” li festîvala Cannesê xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû. Ev ji bo Guney jî û ji bo Kurdan jî asta herî bilind û cihê serfiraziyê bû. Guney li gel lîstikvanî û derhêneriya xwe, xwedî kesayeteke şoreşger bû. Çêkirina filman ji bo wî rêbazeke têkoşîn û berxwedanê bû. Wî çêkirina filman ji bo xwe wiha bi mane dikir: “Ji bo min çêkirina filmê, rêbazeke berxwedan û serhildêriyê ye. Ez ji bo armanca xwe wek amûrekê bi kar tînim vî hunerî û bi vî awayî serî natewînim.” 

KURD WÊ QEDERA XWE DIYAR BIKIN

Her çiqas hin hizb, nexasim jî hunermend û niviskarên çepên Tirk nexwazin ew Kurdbûna xwe derxe pêş jî, Yilmaz Guneyî ji eksa wan re ji Ewrûpayê bang dikir û digot, ez rejîsorekî Kurd im. Her wiha, derbarê pirsgirêka Kurd de jî ew diaxivî û hin tişt zelal û eşkere dikirin: “Pirsgirêka Kurd li Tirkiye û her wiha li Rojhilata Navîn mifteya şoreşê ye, lê çepên Tirk her tim bi awayekî pozbilind nêzî meseleyê bûn. Gotin, gava em şoreşê pêk bînin, em ê mafên Kurdan jî bidin wan. Lê Kurd dê qedera xwe diyar bikin, heger çepên Tirk bawerî bidaya gelê Kurd, ew ranedibûn û wan bi serê xwe xwe bi rêxistin nedikir.”

EM PIR DERENG MANE

Di sala 1983’an de li Fransa “Enstîtuya Kurdî ya Parîsê” vedibe. Guney ji bo înstîtuyê dibêje, “Ji bo saziyeke bi vî rengî, em pirr dereng mane, diviyabû înstîtuyeke wiha heta niha li bajarekî Ewrûpayê hatibûya damezirandin. Heger siberojê dewleteke serbixwe ya Kurdan çêbe, ev xebat ji bo wê dê bibe piştek. Ji ber wê, ez wek saziyeke çandê ya Kurdan dibînim.” Yilmaz Guney jî yek ji demezirînerê înstîtuyê ye û ji bo înstîtuyê dixebite û wek hunermendekî Kurd vê yekê wek peywir dibîne. Ew rol û mîsyona înstîtuyê jî wiha diyar dikir, “Divê dîrok, çand û hunera Kurdan bikole û bike belge. Divê ev peywirên wê yên sereke bin.”

HEVALTIYA GUNEY Û QASIMLO

Guney li sirgûnê bi hunermend û siyaseta Kurd re jî têkiliyeke baş ava dike. Ew li Ewrûpa, Cegerxwîn, Evdirehman Qasimlo, Mahmûd Baksî, Kendal Nezan û Şivan Perwer nas dike. Heta dixwaze bi saya Evdirrehman Qasimlo li Rojhilatê Kurdistanê filmekê jî çêke lê mixabin emrê wî têrê nake. Evdirehman Qasimlo siyasetvan û rewşenbîrekî ji siberoja xwe haydar e û bandora sînemayê ya li ser civakê baş dizane. Her wiha dixwaze piştgiriyê bide huner û hunermendên Kurd. Têkiliya wî û Guney gelek baş e. Ji Guney û filmên wî pirr hez dike û heyranê wî ye. Ji lewma ji Guney re dibêje, “Divê em rewşa Kurdan êş û berxwedana wan nîşanê dinyayê hemûyî bidin. Ji ber wê jî filmên te û sînema ji bo me Kurdan şansekî mezin e, divê em vê çekê bi kar bînin. Dikarim bibêjim ku ev têkoşîna te, bi 10 hezar pêşmergeyan di nava 10 salan de jî ez nikarim bikim.” Evdirehman Qasimlo dizane ku Guney ji çekan pirr hez dike, ji ber wê çekekê wek diyarî dide Yılmaz Guney.

GAVA WELATÊ MIN AZAD BÛ

Mixabin emrê Yılmaz Guney têra filmên nû nake û ew li xerîbiyê di nav lepên nexweşiyeke bê eman de jiyana xwe ji dest dide. Helwêsta Yılmaz Guney heya roja ku dimire jî naguhere, ew dixwaze bi mirina xwe jî peywira xwe bi cih bîne û Kurdan li dora saziyekê li hev kom bike. Beriya bimire ji malbata xwe re dibêje, “Gava ez bimirim ne mizgeft û ne jî dêrê dixwazim, divê hûn merasîma min li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê çêkin û min li Parîsê veşêrin. Gava welatê min azad bû jî hûnê min bibin wir, nexwe di vê rewşê de naxwazim li wir di bin axê de azarê bikişînim.” 

EM VÊ QEDERÊ NAS NAKIN!

Guney, qedera heyî ya ku serdest û dagirkeran danîbû pêşiya gelê Kurd red dikir. Bi jiyan û hunerê xwe ev yek nîşanî dinyayê da. Digot, “Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera Kurdan e. Em vê qederê nas nakin! Em jî dixwazin wek gelên din li welatê xwe di bin ala xwe de azad bijîn!” Wî ji vê yekê bawer dikir û digot, “Bi serê xwe huner û sînema nikare têkoşîna demokrasiyê bimeşîne û şoreşê bike. Lê dikare nîqaşan ava bike û bi van nîqaşên xwe bibe parçeyekî şoreşê.”

Ew jî bû parçeyekî şoreşê. Lê zû dinya gewrik bi cih hişt. Weke îro sala 1984´an li Parîs, ji ber pençeşêrê wefat kir.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA