Eleqeya ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê zêde ye

Weşangerên tevlî Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, diyar kirin ku ew ji eleqeya ji bo fûarê kêfxweş in û bang li xwendevanan kirin ku pirtûkan bikirin û xwedî li nivîskaran derkevin.

Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Fûarkariya Eylul ve di 16'ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê destpê kir, wê heta 24'ê Kanûnê dewam bike. Fûar piştî 4 salan careke din pêk hat û nêzî 200 weşanxane tevlî bûn. Li Fûarê bi beşdariya gelek nivîskaran gelek hevpeyvîn, panel û çalakiya îmzeyan têne lidarxistin.

Weşangerên tevlî Fûara Pirtûkan a li Amedê bûne ji ANF'ê re axivîn.

'PIRSGIRÊKA BELAVKIRINÊ HEYE'

Azad Zal (Weşanxaneya J&J): Ji bo me gelekî girîng e ku piştî 4 salan li Amedê ev fûar hate lidarxistin. Ji bo weşanger û nivîskaran gelekî girîng e. Di fûarên berê de roja destpêkê eleqe zêde tune bû, lê li vir roja destpêkê gelekî qelebalix bû. Ev gel bi qasî nan û avê pêwîstiyê bi pirtûkan û agahiyê dibîne. Em vê yekê gelekî hîs dikin. Ji bo bersivê bidin gelê Kurd weke nivîskar divê em hîn bêhtir pirtûkên bi kalîte û baş çap bikin û belav bikin. Li Tirkiyeyê ji xwe pirsgirêka belavkirinê h eye. Bi rêya fûaran xwendevan dikarin bi hêsanî xwe bigihînin pirtûkan. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Li fûarê em li benda gelê xwe ne.

Halîl Samed (Weşanên Red): Piştî navbereke dirêj me xwe gihand xwendevanan. Bi rengekî qelebalix derbas dibe, em hêvîdar in baş derbas bibe. Hêvîdarim ku wê eleqe ji bo pirtûkên weşanxaneyan hebe. Di wê baweriyê de me ku em ê fûareke baş derbas bikin. Weke weşanxane em bi 110 pirtûk û 35 nivîskarên xwe li vir in.

'FÛARÊN BI VÎ RENGÎ JI BO WEŞANXANEYÊN KURD GELEKÎ GIRÎNG IN'

Bawer Berşev (Weşanên Dara): Nêzî 2 meh in em amadekariyê ji fûarê re dikin. Ber bi fûarê ve me 24 pirtûk çap kir. Qelebalixî bi rastî jî zêde ye. Em îsal bi 4 nivîskarên xwe tevlî fûarê bûn. Çend nivîskarên me li derveyî bajêr û derveyî welat in. Me nekarî wan bînin.

Berfo Barî (Weşanên Na): Em bi hesreta fûara li Amedê bûn. Weke şêniyek Amedê gelekî kêfxweş im ku li vê derê me. Bendewariya me ya ji fûarê zêde ye, bi taybetî weşanxaneyên Kurd ên bi Kurdî weşanê dikin di bazarê de pirsgirêkên xwe hene. Ji bo ev bazar xurt bibe, bi dîtina min wê bandora fûarê zêde be. Weke weşanxaneyê em bi 30 nivîskarên xwe li fûarê ne.