Dîplomasiya Kurd mohra xwe li Cejna Hûmanîte da

Li Cejna Humanîte ya ku ji aliyê rojnameya komunîst a Fransî Hûmanîte ve hate organîzedkirin, siyaseta Kurd û aktivîteyên çandî mohra xwe li cejnê da.

Cejna ‘Fête de I’Humanîte’ (Cejna Mirovahî’ ku li Fransa ji sala 1930’î ve weke kevneşopî ji aliyê rojnameya komunîst a Fransî Humanîte ve her sal tê kirin, îsal ji ber şewba koronayê 40 hezar kes tevlî bû. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi çand û çalakiyên xwe yên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Cejna Mirovatî di navbera 10-12’ê Îlonê de li bonliya Dugny a paytexta Fransa Parîsê pêk hat.

Çalakiya ku bi di rewşên aramn de 250-300 hezar kes tevlî dibe, îsa Kurd bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Taybet Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi xebatên xwe yên siyasî û aktivîteyên çandî mohra xwe li pîrozbahiyê da.

Di standa li ser navê CDK-F’ê de li qadê hatibû danîn pêşengeha wêneyan a rojnamevanê Fransî Yann Renoûlt ‘Rojav’, her wiha hunermend Farqîn Azad, Diyar Mahrovî, Devrîm, Denîz Yavûncû yên di bin sêwana TEV ÇAND’ê de kar dikin, derketin ser dikê.

Li standa enternasyonalîstan jî bal kişand ser rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa pirtûkên Abdullah Ocalan, nivîskarên Îtalya Zerro Kalare rastî eleqeyek zêde hatin.

Her wiha bi hezaran rozetên ‘PKK ne terorîst e, berxwedêr in’ ku di çarçoveya kampanya aktivîstên Fransî ya ji bo PKK li Ewropayê ji rêxistinên terorîstî bê derxistin, hatibû destpêkirin, hatin belavkirin.

Nûnera Têkiliyên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat a tevahî çalakiya sê rojan dom kir, bi gelên cuda re civiya, axivî got: “Bi gelên Fransa, Spanya, Yûnan, Lubnan, Filistin, Tamîlî, Kuba û dehan gelên cuda re û rêxistinan re civîn pêk anîn. Di nava 3 rojan de bi hezaran kesî re rû bi rû hevdîtin hate kirin. Me qala piştevaniya navneteweyî kir.”

Nûnera Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah jî axivî û bal kişand ser piştevaniya navneteweyî. Abdullah got: “Me bi dayîna bi hezaran şehîdên leheng, bi projeya xwe ya navneda wê azadiya jinê û demokrasî ye li herêmê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Li hemberî êrîşên Tirkiye ku dixwaze jiyan û vê projê tine bike, tişta bê kirin, berxwedan e. Ji bo vê piştevaniya navneteweyî ji bo me di vê qonaxê de ji herdemê zêdetir girîng e.”

Nûlîfer Koç jî mafê axaftinê girt û qala pêşketinên jeostratejîk ên giştî yên li Kurdistanê kir.

Parlementera HDP’ê ya Amedê û hevberdevka Karê Derve Hişyar Ozsoy jî rewşa HDP’ê, gelê Kurd û rewaş muxalefetê ya giştî nirxand.

Nûnerê CDK-F’ê Bêrîvan Firat jî bal kişand ser zextên li ser Kurdan ên li Ewropa û Fransa dijîn.

Herî dawî alîkarê serokê senetoya natewî ya Fransa Fperro Laûrent jî bal kişand ser zextên li Kurdan tê kirin. Laûrent banga xurtikirina piştevaniya bi gelê Kurd re kir.

Di dawiyê de plaketa ku KCDK-E amadekiribû ji aliyê Nûlîfer Koç ve da Pîerre Laûrent.