BI DÎMEN

Di Hefteya Çanda Kurd de ji bo zarokan atolye û pêşbirk hatin lidarxistin

Di roja pêncemîn a Hefteya Çanda Kurd de ji bo zarokan atolye û pêşbirk hatin lidarxistin.

Roja pêncemîn a Hefteya Çanda Kurd ku bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunere ya Kurdistan (ACK)  di 25'ê Gulanê de dest pê kir, ji bo zarokan hate veqetandin. Di atolyeyên weke lîstik, wêne, muzîk û ziman de ji zarokan re çanda KurdÎ hate nîşandan.

Li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya li ser sifreya erdî zarokan bi hev re taşt xwar. Piştî taştê li ser sifreya erdî ku sifreya erdî di çanda kurdî ya klasîk de nîşaneya parvekirin û jiyana kolektîf e, lîstika hevnasînê hate lidarxistin.

Piştî lîstika hevnasînê jî asta zarokên ku Kurdî dizanin hate diyarkirin û du tîmên cuda hatin avakirin. Tîman  wêneyên ku bi dîwaran ve daliqandî û nivîsên di destê xwe de berawird kirin. Tîma ku di zûtirîn demê de awayê rast wêne û nivîs berawird dikir, pûan stand.

Piştî pêşbirka zimanî zarok derbasî atolyeya boyaxkirinê bûn. Zarokan li vir jî bi awayekî azad wêneyên xwe xêz kirin.

Piştre jî zarok derbasî atolyeya muzîkê bûn û li vir jî xwe hînî  rîtma 4x4’an kirin û bi hev re nota xwendin. Her wiha zarokan weke koroyê stranên zarokan ên weke ‘Elo Dîno, Keleşo û Rûbaro’ gotin. Di atolyeyê de weke dawî jî zarokan govend gerand. 25 zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 12’an de li gel malbatên xwe tevlî çalakiyê bûn.