Di Hefteya Çanda Kurd a Parîsê de dewleta Tirk hate protestokirin

Di çarçoveya 1. Hefteya Çanda Kurd a Parîsê de li meydana Republique çalakiyek hate lidarxistin.

Hefteya Çanda Kurd a Parîsê ku 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi panel, şano û konseran dewam kir.

Di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd de hunermend û koma govendê ya Meclîsa Parîsê ya TEV-ÇAND'ê bi kinc û amûrên xwe, ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê heta meydana Republique meşiyan. Di çalkaiyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê sirûdên berxwedanê hatin gotin û dirûşm hatin qîrîn.

Hunermendên Kurd li meydana Republique derketin ser dikê û gotina "Hunermendên civakê şervanê civakê ne" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kirin. Hunermendan gotin, wê bi çand û hunera xwe li dijî talan, asîmîlasyon û dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Hunermend; Kerem Gerdonzerî (Koma Wetan), Farqîn Azad, Suleyman Çarnewa, Denîz Deman, Deza Amed, Mubin Dunen û koma govendê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Çalakiyê bala Fransiyan û tûrîstan kişand.

Çalakiyên 1. Hefteya Çanda Kurd a Parîsê bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Azadî ji Ocalan re" qediyan.