Derhêner Rehîm Zebîhî bi qezayekê çû ser dilovaniya xwe

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî li Banê di encama qezaya trafîkê de çû ser dilovaniya xwe.

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebihî di encama qezaya li rêya Nêzero-Baneyê de çûne ser dilovaniya xwe.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek hesabên tevna civakî ragihandin ku di qezaya Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî  de guman hene.

Zebîhî sala 1971’an li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûbû.

Zebîhî sala 2005’an di fîlmê "Janî Dabranî Edebî" de qala komkujiya Helepce û êşên gelê Kurd kir. Fîlmê Zebihî yê qala cînayeta jinan dike “Feryad” gelek xelat girt. Derhênerê Kurd fîlmên Hawar, Satalayt, Bidawîbûna Şer, Ew Zilamê çûbû Seyranê, Terorîstek Dadikeve, Roja Dawî, Stres, Semaya Rengan, Welatê Efsanê jî çêkiriye.