PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Encamname û biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Ferhat Amed li kongreyê ev nirxandin kir:
"Destpêkê ez silav, hezkirin û hurmetê xwe ji Rêber Apo re dişînim. Di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Dema ku tevgera Apoyî derket, em dizanin ku gelê Kurd mirî dihat hesibandin. Êdî hebûn û tunebuna gelê Kurd dihat nîqaşkirin, tevî ku hin rêxistinên Kurd hebûn jî hîn dihat nîqaşkirin ka heye yan na. Têkoşîna ku heya niha PKK’ê meşandî, ne tişteke hêsan bû. Yanî tu miriyekî ji tirbê derxînî û jinûve ruh bidiyê û tû bînî asteke welê ku bikare bifikire, li xwe xwedî derkeve û bibe ayîdê xwe. Ev ne tişteke asayî bû. PKK’ê ew gelê mirî, zindî kir. Di encama vê de gelekî weke gelê Bendava Tişrînê derket. Li gorî min di dîroka mirovahiyê de tişteke mîna li Bendava Tişrînê çênebûye. Cenazeyên wan li erdê ne, lê tilîliyan diavêjin û govendê digerînin. Gotin, em ji mirinê mezintir in. Rêber Apo ew gel anî rewşeke wisa. PKK’ê gelek şoreş di bingehê xwe de ava kir. Mesele şoreşa jinê di dîrokê de şoreşek yekem e. Gelê Kurd îro bûye hêviya gelên bindest. Hemû jinên cîhanê jî niha hebûna xwe di hebûna jinên Kurd de dibînin. Divê em xwedî li van nirxan derbikevim. Di vê pêvajoya nû de jî ez soz didim bibim layiqê van nirxan."