NÛ BÛ

'PKK ne nav e, fikir û hebûn e'

Jinên ji Efrîn û Qamişloyê biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê silav kirin û destnîşan kirin ku ew biryar wê bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê. Her wiha gotin, ew heta dawiyê bi Serokê xwe piştrast in.

Di bihara salek ji salan de, dema ku Kurdistan weke rêzeçiyayan di nava 4 dewletan de li erdnîgariyê dihate pênasekirin, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di nav siyasetên qirkirin û tunekirinê de weke hêviyek azadiyê ji bo gelan derket pêş. Rabûna Partiya Karkerên Kurdistan pirsek bi xwe re anî: Gelekî ku ji ziman, nasname û dîroka xwe hatibe mehrûm kirin wê çawa azad bijî? PKK fikrek ku di tarîtiyê de bû ronahî, PKK cihê baweriya azadiya zihniyet û azadiya gelan bû.

PKK'ê di kongreya xwe ya 12'emîn de biryara fesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Jinên ji Qamişlo û Efrînê yên li Qamişloyê dimînin li ser biryarên kongreya PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Dayika şehîd Elî û Şehîd Bîrhat Çîlo, Şaziye Îbrahîm ku dayikeke Efrînî ye destpêkê qala wê demê kir ku PKK nas kir û got, "Naskirina me ji PKK re weke gelekî mirî û ji nû hatina jiyanê bû. PKK bi salên dirêj û berdelên giranbûha xebat da meşandin... Me destên xwe dan pişta zarokên xwe û şand nav refên PKK'ê. Dema tu ji dayîkan dipirse dibêjin tiştek ji ewladan hêjatir nîne, lê tiştê ji ewladan hêjatir welatê mirov e. Mirovê bê ax bê rûmet e, em jî naxwazin rûmeta xwe winda bikin."

Şaziye Îbrahîm diyar kir ku PKK gelek caran ji bo aştiyê destê xwe dirêj kiriye û got, "Lê bersiv nebû. Vê carê yan wê dewleta Tirk destê xwe bixe destê Kurdan an jî wê têk biçe. Em jî wek dayîk heta dawî destekê didin Kogeraya 12'emîn, ji ber pêvajoyeke gelekî girîng û hesas e û pêvajoya siyasetê ye. Biryarên ku ji aliyê Rêber APO û hevalên me yên li çiyayên azad têne wergirtin, em destekê didinê. Li her cihî em ê bi Serok, şehîd û hevalên xwe ên konseyê PKK'ê re bimeşin. Di şer û siyasetê de dinyayê em nas kirine, hêzên ku di komplo Serokê me dane girtin di wê demê de gotin em ê wan hilweşînin. Lê em her çûn mezin bûn, niha ew hêz tevlî vê pêvajoya aştiyê dibin."

Di dawiya axaftina xwe de Şaziye Îbrahîm anî ziman ku çi bibe jî wê rêya têkoşîna bi PKK re bernedin û got, "Em tu car ji bo têkoşînkirina bi PKK re nabêjin bes e. Ewladê me yên niha radibin mezin dibin li ser heman fikir û felsefê mezin dibin û çawa me di şer de ewladê xwe şandin em ê di nava siyasetê de jî bi hev re bin. Pişt û baweriya me bi biryarên ku ji aliyê Serokê me û hevrêyên me yên li serê çiya derdikevin rast e."

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê a Mezopotamyayê Keder Hisên li ser rola PKK di pêşxistina Çanda Kurdî de axivî û wiha got, "PKK di demekê de derket ku tê de gelek hatibû ji bîr kirin û ji ziman, çand û hunera xwe hatibû helandin. Bi saya doza PKK'ê û şehîdên ku di vê xetê de canê xwe fedakirin me dît ku tekoşîneke ji çar parçeyên Kurdistanê û heta bi derveyî welat ji şehîd û nasnameya xwe hate meşandin û wê heta dawî were meşandin. Îro bi saya keda tekoşîna PKK'ê gelan xwe li derdora projeya neteweya demokratîk girt."

Keder di dewama axaftina xwe de li ser kongreya 12'emîn a PKK axivî û got, "PKK ne tenê wek nav e, lê di hemû qadên civakê de wek rihekî ye. Banga aştî û demokrasiyê ku ji aliyê Rêber APO ve hate kirin ev weke dawîkirina şerên li Kurdistanê û gavekî dîrokî ye. Ji bo me PKK weke fikir û ruh e. Ji bo wê kongraya 12'emîn a PKK û biryarên ku jê derketine wê bibin bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd di Kurdistanê de. Ji bo wê em bi vê xetê re careke din soza xwe a dewamkirina tekoşîna bi PKK re nû dikin."

Li ser doza azadiya jinê û pêşketina wê bi derketina Partiya Karkerên Kurdistan re hevseroka komîna Mûzîkê Newroz Mihemed nêrîna xwe anî ziman û got, "Hunera ku di 50 salên PKK'ê de hate pêşkêşkirin êş û azarên gelê Kurd li cîhanê belav kir. Hişt ku gelê Kurd bi deng û mûzîka xwe îfadeya xwe bike. Bi taybetî jî ji bo xeta azadiya jinê roleke mezin rakiribû. Ji ber ku jina ku nikarî rehet hunera xwe derxista pêş di saya PKK'ê û şehîdan deng û rengê wê belav bû. Weke TEV-ÇAND'ê em deyndarê şehîdên ku hiştine heta vê kêliyê çanda resen were parastin û bi hezaran kes vê rêyê bişopînin û di nav de xeta jinê were parastin."