Dengê heqîqeta Kurd…

Di demê modernîteya kapitalîs a ku huner bi hunerê, Kurd bi Kurdê sexte da kuştin, huner bû pere û menewyet tine bû de, Hozan Mizgîn bû nefesek bû şêwazek nû…

Li çiyayan dema ez ber bi jor hildiketim vî dengî min çend caran bihîst, bi firîna kewan re ev deng peyda bûbû, dema ku kew li geliyan difiriyan, baskên xwe li hev dixist û bi bi valahiyê difiriyan… Di Nîsanê de dema min pişta xwe dida çemeke bi xurt diherikî û diçûm, bi pêla avê re dîsa ew deng…dema li pişt xwe vegeriyam min kes nedît, hestek bi ruhê min ket. Gelek deman min qêrîna jinekê dibihîst, ji nava sîpêlan dihat ev deng. Di patîkayana de li ser wê difikirîm ku vî dengî vegerînim muzîkê… Dengek çawa bû? Xwezga min fam bikira, wê demê minê bikarîba vebêjim jî…

Gelo ma dibû ku dengê mirovê yekem ba? Dengekî mirovan a bi hezaran sal bangî mirovahiyê dikir, dibe ku dengê siberojê jî ba…dibe îfadeyên tiştên ku me neanîbe ziman, giştîbûna tiştên nedihate ser zimanê me ba… Dengekî belavî hewayê, belavî dengê avê bû… melodiyeke ku li dilê mirov dike, kilameke ku ji çavê mirovan dihate xwarê bû. Ev deng, dengê yê yekem a çandina genim, ava yekem a çandiniyê, yê yekem nan çêkirî, dengê bêdengan bû. Dengê xudawendeke ku wateya jiyanê hîs dikir, yan jî coşa ku dema cîhan dizivirî bi xwe re dida çêkirinin bû.

AWAZ Û HUNEREK CÊWAZ BÛ, HEWAREK BÛ BERÊ MIN DIDA ÇIYAN

Dibe ku dengê yekem ê ji warên wê dihat bû, bilûr û qedîfe. Lerizîneke ku ji kûrahiyê û ji kokê dihat bû. Lerzekî ji nava xwezayê bû. Îfadeyekî çawa ya ewqasî sal bû, bi salan bû ku min li nava bajar dengek wiha nebihîstibû. Dûrbûna ji jiyana bajar bû. Awazek hunerî û cêwaz bû, hewarek bû berê min dida çiyan.

Ji bo me qêrîna Kurdistanê bû! Hewl dida fam bike, wateyê bide. Min fam dikir ku wateya ku li xwe digire, ji hêza dîrokî ya xwe dispêreyê dihat. Dengê jiyan û rastiyê bû… Nebêjin dengê ronahiya roniyê nîne. Dengê çiyan, çeman, patîkan û bêdengan bû.

Di sorbûna 11’ê Gulanê de, dengê Gurbetê bû…

Ev deng dengê biryardariya meşîna di rêya çanda jiyana azad de bû.

Dengê Êlih, Tetwan, Kurd û Kurdistanê bû…

Hozan Mizgîn a dengê rastiya Kurdan, bi hunera xwe ya ku welat û gel dida jiyîn û jiyandin, bi jiyana xwe ya rêxistinî û civakî bi exlaq ê rêgezê yekem ê birêxistinbûnê, dîsa ya ku hunera gel esas digirt, bi kesayeteke ya jiyana azad di her meşê de derdiket pêşberî min.

DENGÊ ÇANDA JIYANA AZAD

Ew li ser rêya azadiyê û her demê li pêşiya me bû…

Dema me guh dida dengê bang li gel û welat dikir, em bi kevneşopiya çanda Meryem Xan Eyşe Şan di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de diciviyan. Bû banga mizgîniya çanda şoreşê, nasname û exlaqê ku li Kurdistanê bingehê jiyanê nehatibû hiştin û lê kirbû biyanî, li serdemeke ku dixwestin mêtingerî û bênasname bikin, demek ku mirov ji mirovbûnê dihate derxistin bû.

Bi bûna dengê çanda jiyana azad, ew li gel bûna sembola berxwedana civaka çandê,kûrbûna îdeolojîk, felsefîk û hunerê bi nasnameya xwe ya gerîla û şêwazê xwe û li ser wê re jî karê hunerê kirin, bû kombûna xweşikahiyên welatekî azad…

Ew milyaketa civaka Kurd û mirovahiya nû ya qada hunerê de milyaket bû. Nuqteya dawî ya çalakî û dahûrandinê bû…

HEVRÊYÊ SEFQANAN, HOGIRAN, DELÎLAN Û YEKTAYAN BÛ

Di nava refên azadiyê de hunerê herî mezin û pîroz xuliqandina însan e. Ji lehengên, fermandarên di qada çandê ya di têkoşîna di asta şoreşa roman û destanî ya Rêber Apo de, herî pêş meşî, di nava yekbûyînê de bûna exlaq, bûna xerca civakê û xwebûna çandê ye. Di demê modernîteya kapitalîs de ya ku huner bi hunerê, Kurd bi Kurdê sexte da kuştin, huner bû pere û menewyet tine bû de Hozan mizgîn bû nefesek bû şêwazek nû…

Li Kurdistanê di demekê de ku huner tam bû tevgereke ya dagirkerî û fetisandinê ev dengê azadî û qehîqetê derket. Di demekê de çanda Kurd a resen dihate asîmlekirin, çanda dagirker a desthilatê, çanda arabesk û pop jiyan li civaka me diherimand, li dijî vê hemû qirkirina çandî di nava tevgera azadiyê de Kurd ji nû ve bi dengê xwe vejand. Hunera ku hundirê wê vala û ji rastiya wê dûrxistin, li qadên têkoşînê yên girîng ê tevgera azadiyê bû taca seriyan.

Hevrêyê Sefqanan, Hogiran, Delîlayan û Yektayan bû…

Bi berhemên afirandî, bûn taca serê yên çavkaniya moral û coşê ya jiyana azad û çanda demokratîk-komunal.

Min li çiyayên Kurdistanê dengek bihîst.

Ew deng, dengê heqîqeta Kurdan bû..

Dengê azadiyê bû…