‘Dengbêjî wêjeya devkî ya dîroka Kurdan e’

Dengbêj Emerê Entaxî anî ziman ku dengbêjî wêjeya devkî ya dîroka Kurdan e û got, "Denbêjî ji bo min hunerek e hêja ye."

Dengbêjî vegotina dîroka Kurdan e ku îro jî di nava çand û hunerê Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Yek ji şopdarên vê çandê, Emerê Entaxî ye. Dengbêj Emerê Entaxî li gundê Entaxê yê Licê ya Amedê sala 1952’an ji dayik bûye. Ji 10 saliya xwe ve bi rengekî bê navber kilamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Emer Entaxî sala 1993’an tevî malbata xwe ji gund koçî Amedê dike. Di zarokatiya xwe de li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman û bi dengbêjan re kilam digot.

TEVLÎ DIWANA DENGBÊJAN DIBÛ

Entaxî anî ziman dengbêjî ji bo wî gelekî hêja ye û bilêv kir ku di zarokatiya xwe de kilamên dengbêjiyê gotiye. Entaxî got ku hîna ew zarok bû wî bavê xwe yê dengbêj winda kiriye û wiha qala jiyana xwe kir: “Di temenê gelek biçûk de min bav û dayika xwe winda kir. Bavê min dengbêj bû. Dema ez 10 salî bûm, dost û ciranan ji bo min qala dengbêjiya bavê min dikirin û her dem digotin, bavê te ev kilam digotin. Hemû kilamên ku bavê min digotin min xiste mejiyê xwe û heta niha jî ez wan kilaman dibêjim. Di zarokatiyê de jî dengê min xweş bû û ez tevlî dîwanê dengbêjan dibûm. Ez nabêjim ez di zarokatiya xwe de dengbêj bûm, lê di zarokatiya xwe de min li kêleka dengbêjan kilam digot.”

‘DENGBÊJÎ EVÎN, ŞER Û BERXWEDAN E’

Entaxî da zanîn ku ji ber polîtîkayên qirêj ên şer ên dewletê di sala 1993’an de ew neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin û wiha pê de çû: “Di sala 1993’an de gundê me ji aliyê leşkeran ve hate valekirin. Piştî ku gund hate valekirin ez bi malbata xwe re li Amedê bi cîh bûm. Tu carê min navber neda dengbêjiyê û 57 sal e bê navber ez kilaman dibêjim. Ez dema kilaman dibêjim ez xwe di nava kilaman de winda dikim. Piraniya mirovan niha ji tehma vê yekê bêpar in. Mehrûm dibin, ji ber ku her kilameke dengbêjan dîrok e, dîroka me ye. Bi dengbêjiyê re gelek bûyer û kesayetên girîng ên gelê Kurd tên nasandin. Dengbêjî evîn e, heskirin e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye. Ji ber vê yekê dengbêjî ji bo min hunerek e ku nirxê ê nayê pîvan.”

‘EZ KILAMAN DI MIJIYÊ XWE DE ÇÊDIKIM’

Entaxî got ku wêjeya Kurdî ji bo dengbêjiyê behra bê binî ye û ev tişt got: “Zimanê Kurdî behre û gelek dewlemende. Heta niha min 25 kilamên dengbêjiyê çêkirine. Kilamên min li ser evînî, heskirîn, şer û berxwedanê ne. Min dibistan ne xwendiye û ez kilaman di mejiyê xwe de çêdikim. Tu carê min kilam li ser kaxidê nenivîsandiye. Ez hemû kilaman ezbere dizanim. Kilama min ya bi navê ‘Xezal’ berî 40 salan çêkiriye. Kilamên di 10 saliya xwe de digot û niha jî ez wan kilaman dizanim û dibêjim. Kilam parçeyek ji jiyana min e û ez bê kilam nikarim bijîm.”

‘DENGBÊJÎ BÎRA GELEKÎ YE’

Entaxî anî ziman ku dengbêjî çanda gelê Kurd e û destnîşan kir ku bi saya dengbêjiyê Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin. Entaxî dibêje, dengbêjî çanda gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandiye serdema heyî. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunerê xwe parastine û gihandine vê demê. Li gel dengbêjan rol û rista bilorvan û seydayan jî gelek mezin e. Bilorvanî jî yek ji hunera ku hiştiye çanda Kurdan zindî bimîn e.”

‘DIVÊ CIWAN XWEDÎ LI DENGBÊJIYÊ DERKEVIN’

Dengbêj Emerê Entaxî xwest ciwan xwedî li dengbêjiyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dengbêjî ji bo min hunerek e ku bi nirx nayê pîvan. Divê serdemê de nirx bi dengbêjan nayê dayîn. Çanda biyanî xistine nava hunera me. Divê ciwan xwedî li dengbêjan derkeve. Ez weke dengbêj Emerê Entaxî amdeme ku di aliyê dengbêjiyê de alîkariya ciwanan bikim û kilamên dizanim hînî ciwanan bikim. Ji ber ku dengbêjî bingeha çanda Kurdan e. Divê dengbêjî herdem zindî be.”