‘Dengbêjî taybetiya jina Kurd e’
Dengbêj Perîxan Yildiz diyar kir ku dengbêjî taybetî û xweseriya jina Kurd e û destnîşan kir ku zimanê jinê zimanê dengbêjiyê ye.
Dengbêj Perîxan Yildiz diyar kir ku dengbêjî taybetî û xweseriya jina Kurd e û destnîşan kir ku zimanê jinê zimanê dengbêjiyê ye.
Kevneşopiya dengbêjiyê ku çand û dîroka Kurdan bi devkî vedibêje, li gel hemû astengiyan li Kurdistanê bi hewldana jinê pêş dikeve. Dengbêjî ku bi klam û awazan bi sedsalan heta îro hat, dîrok û çanda Kurdan zindî hişt û heta îro anî. Her çend dengbêjên jin di nava civakê de zêde neyê dîtin jî, di nava çanda dengbêjiyê de rolek mezin dilîzin. Li hin erdnêgariyên ku axaftina jinê qedexe be, jinên dengbêj bi huner û awaza xwe vîna xwe derdixe holê û dengê xwe bi riya dengbêjiyê belav dike. Yek ji van jinên dengbêj ku çand û hunera dengbêjiyê zindî dihêle Perîxan Yildiz a 33 salî ye. Jina dengbêj Perîxan Yildiz bi klam û awaza xwe û dengê xwe, êş, azar, şahî, xweşî, evîn û hesreta herêma Botanê giyan dike. Yildiz, bi klamanên xwe hewl dide ku çanda devkî ya herêmê zindî bihêle û li ser piyan bihêle.
‘DIHEREKE NAVA NEWALÊN KÛR’
Dengbêj Perîxan Yildiz di sala 1986’an li gundê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê hatiye dinê û tevahiya zarokatiya wê li gund derbaz bûye. Yildiz dibêje, hîna ew di temenê 7 salî de bû klamên dengbêjiyê digot û wiha axivî: “Di zarokatiyê de bavê min ez hînî dengbêjiyê kirim, bavê min gelek ji dengbêjiyê hezdikir û her demê guhdarî Salihê Şirnexî û Cemalê Mihê dikir. Klamên dengbêjan li min dida jiber kirin û digot, were ji bo min klamên dengbêjiyê bibêje. Klamên ku min di 7 saliya xwe de jiber kiriye, niha jî dixwînim. Ez ji dengbêjiyê gelek hezdikim, dema ku dengbêjiyê dibêjim diherikim newalên kûr yên Botanê. Ez ji dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Eyşe Şan, Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Şakiro û Karapetê Xaço jî gelek bi bandor bûme.”
‘DÎROKA KURDAN ZINDÎ HIŞTIYE’
Yildiz, dengbêjî weke qîrîna azadiyê bilêv kir û anî ziman ku gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine, ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Yildiz destnîşan kir ku di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye û wiha pê de çû: “Dengbêjî eynika çanda Kurdî ye, dema ez kilam û stranên dengbêjiyê dibêjim gelek bi hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare, xwe bîne li ser ziman, gelek bêçand nayê fikirandin. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Dengbêjî ji bo Kurdan weki arşivekî hunerê ya bi salane li ser vê axê jiyan kiriye.”
‘DENGBÊJÎ TAYBETIYA JINÊN KURD IN’
Yildiz destnîşan kir ku jinên Kurd bi awaz û klamên xwe dengbêjî pêş xistiye û wiha got: “Dengbêjî taybetî û xweseriya jina Kurd e. Lê ev taybetî û xweserî ji ber bîr û baweriyên civakê li jinê hatiye qedxekirin. Rê li pêşiya vê huner û afirîneriya jinê hatiye girtin. Bi Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re hemû riyên girtî ji bo jinê hatin vekirin. Dema mirov li zimanên jinan dinêre dibîne ku bi şêweyê dengbêjiyê pêş dikeve. Ez niha vê hêza dengbêjiyê di xwe de dibînim û hewl didim ku vê çandê zindî bikim. Ji dîrokê heta niha dengbêjî bi keda jinan pêş ketiye. Jinan her demê êş, çîrok, destan û evînî bi riya awaz ango bi dengbêjiyê aniye ziman. Her jinek Kurd û her dayikek Kurd di bingeha xwe de dengbêjeke. Dema dayikek dergûşa xwe dihejîne ji bo zaroka wê zû rakeve dest bi klaman dike. Hema bibêje hemû zarokên Kurdan li ber klamên dengbêjiyê mezin bûne.”