DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

DEM Partiyê şoreşger, sosyalîst û welatparêzên di têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Bi taybetî berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdên me yên meha Gulanê mezine."

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Kadroyên pêşeng ên têkoşîna şoreş û demokrasiyê yên Tirkiyeyê, şoreşgerên ku navên wan di bîra gelan de cihê xwe girtiye, îro jî rêya me ronî dikin. Bi dehan şoreşger, sosyalîst û welatparêzên ku ji bo jiyana wekhev, azad, adil, demokratîk û hevpar a gelên Tirkiyeyê têkoşiyan û ji bo vê yekê jiyana xwe ji dest dan, berpirsyarî û erkên mezin ji me hemûyan re hiştin. Bi taybetî deynê me li cangoriyên meha Gulanê pir zêde ye.

Meha Gulanê yek ji wan mehan e ku navên gelek şoreşgeran di têkoşîna demokrasî û şoreşê de nemir in. Yên ku ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane, di rûpelên paqij ên dîrokê de cihê xwe wekî hêviya nirxên hevpar û rojên xweştir girtine. Wekî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çar û bi sedan şoreşger, di meha Gulanê de li dijî yekperestî û faşîzmê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan.

Denîz Gezmîş û hevalên wî di 6ê Gulana 1972yan de li ber sêdarê wiha gotin: "Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd" û ev gotin bû banga têkoşîna hevpar a li dijî înkarê û hê jî têkoşîna me ronî dike. Îbrahîm Kaypakkaya di 18ê Gulana 1973yan de li girtîgeha Amedê agirê şoreş û azadiyê geş kir û ji bo baweriya xwe bi paş ve gav neavêt. Wî weke navê berxwedanê di bîra me ya kolektîf de cihê xwe girt û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşînê de da nivîsandin. Sînan Cemgîl û hevalên wî di 31ê Gulana 1971an de li hemberî her cure bertek, yekperestî û tunehesibandinê di Nurhakan de bûn sembola azadî û berxwedanê. Hakî Karer ku bê teredut beşdarî têkoşîna hevpar a gelên Tirk û Kurd bû di 18ê Gulana 1977an de li Dîlokê di encama komployekê de hat qetilkirin. Wî tovê têkoşîna enternasyonalîst li van axan reşand. Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ku tevî hemû zilm û hovîtiya darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî serî netewandin û weke Çaran cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtin. Ew bi bedena xwe veguherîn meşaleya azadiyê.

Ev navên ku her yek ji wan di têkoşîna gelên me de bûne bîrdariya rûmetê û bi sedan şoreşgerên ku me navên wan neanîn zimên, bûne meşale ji bo pêşeroja hevpar û azad a gelên me. Em di şexsê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl, Hakî Karer û Dortler de, bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şoreşgerên cangoriyên meha Gulanê bejna xwe ditewînin. Mîrateya wan dê her tim di têkoşîna me de bijî. Em ê bi mezinkirina mîrateya têkoşînê û hêviya serkeftinê ya ku wan li pey xwe hiştine teqez demokrasî, azadî û wekheviyê bînin ser van xakan. Soza me ya herî mezin ji bo wan avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e."